AKADEMÎYA KURDΠ LI  STOCKHOLM

KURDISH ACADEMY IN STOCKHOLM

World  Art and  Kurdish Literatur

Kurdology


KURDOLOJÎ û  KURDOLOG 1-2

Kurdolojî çi ye?  Wateya Kurdolojîyê çi ye?

Maruf YILMAZ, doktoremend, lêkolîner û mamoste

Kurdolojî, ji peyvên ”Kurd ”û”log” afirîye."Log" dihê wateya zanistî ango zanînê û ji peyva "logia" ya latînî dihê.  Li gorî dîtineke din ”log” ji ”logos”ê ya yûnanî afirîye. Kurdolojî dihê wateya zanîna Kurd/Kurdistanê û ew di forma zanista dîsîplîna sîstematîkê de agahdarîyên cuda berhev dike, lêkolîn û vekolînê dike. Kurdolojî zanîstek e.

Ew çanda giyanî û maddî ya zimanê kurdî, wêje, dîrok, ol û civakên kurd bi hawayekî sîstematîkî agahdarîyên cuda berhev dike û li ser lêkolînê dike. Civakên kurd ên berê û yên niha mijara wê ya sereke ye. Mirov dikare cûdahiyê bixe navbera zimannasiya teorîk û sepandî. Zimannasiya teorîk bi çarçoveyên ziman û teorîyên cuda ve mijûl dibe. Kurdolojî zanîna kurd e û ew şaxeke zanistê ye ku fîlolojî, antropolojî, edebiyat, ol, dîroka kurd û  mîrata çandî ya wan bi hawayekî sîstematîk  agahdarîyan berhev dike, lêkolîn û vekolîn dike.

Ez di vê nivîsa xwe de behsa Knyaz îbrahîm MÎRZOYEV, Hecîyê CINDÎ, Qanatê KURDO û Celîlê Celîl nakim.  Bavê Hejarê Şamil rêzdar Şamil Selîm Eskerov jî zanyar û kurdologekî mezin bû. Di fotografê de digel Qanatê KURDO ye. Ez dê di nivîseke din de behsa wî bikim û rola wî şirove bikim. Li bakurê Kurdistanê jî Kadrî YILDIRIM  û kesên jêrîn xebatên hêja kirine.           

Dr. Kemal Mezher Ahmed jî mora xwe li dîrokê xistîye. Ew dîrokzan, rewşenbîr, felsefezan û akademîkar bû.

   Prof. Dr. Martin van Bruinessan kurdologekî hevdem û wî ji bo kurdan xebatên hêja kirîye. 

Prof. Dr., kurdolog, zimanzan                        Noam Shomsky         

Omar SHEIKMOUS, Dr. Akademîkar, Dewletzan,  rojnamevan, siyasetmendar, Swêd 

Knyaz Îbrahim MÎRZOYEV, Prof., Dr Kurdolog, kurdnas, Ermenistan                                                                                                                                                        Moskov AMARYAN, Prof. Zanistyen Fîzîkayê, fîzîknas,  Amerîka 

Nadir NADIROV Prof. Dr., akademîkar, lêkolîner, rewşenbîr. 

Bozarslan: Rojava, Türkiye’nin boğazında yutulmayacak bir lokma olarak kaldıHamit BOZARSLAN, prof.Dr, kurdolog, dîrokzan Fransa.

Farhad SHAKELY, kurdolog, zimanzan

Îsmaîl Besikçî, sosyolog, kurdolog

lêkolîner

Kurdolojî çi ye?  Wateya Kurdolojîyê çi ye?

Zanista kurdbûnê ya ku lêkolîn û vekolîn dike û ji xwe re haydar dibe. Kurdolojî di warê rabirdû û dîroka me de zanisteke girîng e, dihêle ku kurd fêrî bav û kal, mîrat, çand, edebiyat, zimanê xwe bibin û binasin. Kurdolojî di navbera dema berê, paşeroj û pêşeroj de pireke bêdawîn avadike.

Neteweperestî bi şoreşa Fransayê re di nav neteweyan de belav bûye. Neteweyên bindest di wê demê de li kokên xwe gerîyan. Lêkolîn, çêkirin, hin ji wan gihîştin kokên xwe, hin ji wan vegerîyan ba neteweyên serdest û kurd jî yek ji wan bûn ku verîyan ba neteweyên serbest, ereb û farisan.  

Li gorî pêşgotina Dr. Nûreddin ZAZA (1957: 3-5)  Destana "Memê Alan" cara yekem di sala 1957an de li Şamê çap bû û bi dizî di nav kurdan de belav bûye (Dr. N. ZAZA, sal: 1973, hejmar 07). A. Socın, 1890;  A. Von Le Coq; Oscar Mann; H. Makas, 1926; Chyet, 1991: 27-28, 81; J. Bapiste TAVERNIER, 1718; 

Berî giştan A. Socın, 1890;  di sala 1890î de li Petresburga Lenînggrad (niha) bi Almanî û bi zaravayê  kurmancî Memê Alan nivîsî û li ewropayê belav kir.  Piştre  A. Von Le Coq ( Memê  Alan li Almanyayê ji nû ve amade kir di sala 190an da dabû çapê, lê wekî Memê Alanekî din.  Di salên 1906-1909an de Oscar Mann li Berlînê ji nû ve amade kir  û çap  kir, lê wekî Memê Alanekî din. Oscar Mann bi devoka mukrî û zimanê Almanî, amade kiribû, lê çend çiroken  kurdî yen dın lê zêde kirîye. Hugo Makas di sala 1926an de  li Lenîngrada Rûsyayê  Memê Alan nivîsî. Di sala 1936an de li  Erêvanîya Ermenistanê  ji alî çend kurdzan û kurdnasan ve hatiye çapkirin. Di dawî dawîn de, di sala 1942an de kurdnasekî  Fransî bi navê  Roger Lescot Memê Alan dabû çapê. Celadet Bedirxan Memê Alan digel wergera wê bi fransîya  li Bêrûtê  çap kir.  Di Şerefnameya Şerefxan Bîtlîsî de behsa ku di sala 1596an de hatiye nivîsin behsa  Mem û Zîn dike. Di wê demê de mîr  Ezdîn sax bû. Lê tu pirtûk û çavkaniyan kesekî bi navê mîrê Botan Zeynedîn an  Zeydîn (Dr. N. Zaza 1973). Em di dîroka xwe de navê  Zeynedîn (Zeydîn, Zengîn) nabînin. Dibe nav ji alîyê Ehmedê Xanî hatibe çêkirin. Ez bixwe rastîya navê Zeydîn nizanim.

 (A. Socın, 1890; A. Von Le Coq; Alexsandr Jaba, 1860,   Chyet, 1991;  Hugo MAKAS, 1926; Î. N. BEREZÎN, 1842;  Marr 1894; Prym 1887;  Roger Lescot, 1942; Margarîta  RÛDÊNKO; V. PARSAMYAN;  Musaelyan J. S., 1978; Basil NÎKÎTÎN; Lorenzo Hervas y PANDURO, 1735-1809; S. A. Rhea...)

Prof. Dr. Salomon EGAIAZAROV  di sala 1891ê de xebatên wî yên etnografîk li Erêvanê hatin weşandin. Prof. Dr  N. Marr di derbara zıman, çand û koka kurdan de lêkolînan  çêkiriye. 

Gava em li Swêdê behsa xebata kurdolijîyê dikin, sê xebatên girîng hene, ew jî ev in:  1.  Kurdologi, Borhaneddin Yassin, Lund, 'Pirsa Kurd 1941-47. Aliyên herêmî û navneteweyî '. 2.  Ferhad Shakely, Uppsala, Bandora rewşa sîyasî li ser wêjeya Kurdî 3.  Omar Sheikhmous, Stockholm, 'Kurdên li sirgûnê. Zîya GÖKALP di destpêkê de li ser kurdî/zazakî xebitî, lê dûvre bû turkolog û neteweperestê tirk. Di nav turkologan de Zîya GöKALP (kurd/zaza), Adil Ayda, Ahmed Nejdet Sançar, Fuat Köprûlû û Hûseyin Nihat Atsiz hebûn û hebûna kurdan înkar dikirin. Li vir divê bihête zanîn li cîhanê piranîya Turkologan ji Rûsyayê ne û li wir dijîyan heta înkarkirina zimanê kurdî bi lêkolînên Turkologên Rûsyayê girêdayî ye.

Prof. Dr. Henrik Samuel Nyberg bavê kurdolojîyê li Swêdê bû û Philip Johan von Strahlenberg jî bavê Turkolojîyê li Swêdê bû. Cara ewilî kursîya Turkolojîyê ya serbixwe di sala 1870î de li Macaristanê hat damezrandin bi alîkarîya zanyarên rûs beşa Turkolojî li Rûsya, Almanya û gelekî welatên Ewropayê vebûn.

Li gorî Dr. Ekrem Önen li cîhanê cara ewil û berfirehtirîn xebata Kurdolojîyê li Rûsyayê hate kirin, lê ev dîtin dikare ne rast be. Piranîya Turkologan ji Rûsyayê ne û li wir dijîyan heta înkarkirina zimanê kurdî bi lêkolînên Turkologên Rûsyayê ve girêdayî ye. Nivîsara Ekrem Önen ji zanista Kurdolojîyê dûr e. Di derbara kurd û Kurdistanê de siyaseta  Rûsya kevnare, Rûsya Tsarist û ya Yekitîya Sovyetê jî ne zelal bûn û kêm zêde wek hev bû. Împeratorîya Rûsya kevnare û Yekitîya Sovyetê ya Lenîn / Stalîn jî piştgirîya Tirkiyê dikir û piştî peymana Lozanê jî piştevanîya îran, Iraq û Sûriyê dikir. Rûsya ji cihê xwe naleqe. 

Turkologên ewropayî jî pir in û tezên wan yên saxte jî li ba min pir in. Lê dayîka Turkolojîyê Rûsya/Qafqasya ye. Vilhelm Thomsen, turkolog û zanayê Danmarkî, turkolog û zanistê Rûsya W.  Radloff ku bi eslê wî almanî ye ji bo turkan xebatên mezin kirin û piştevanîya Turkologên ku kurdan înkar dikirin, dikir. Yek ji wan Nikolay Yadrintsev lêkolînerê rûsî û Turkologê Rûsî û aqilmendê Willhelm Radloff bû û daxwaz jê kir ku ew li ser tirkên kevnare lêkolîn çêbike û wî gotinên xwe pê dida kirin. Di dawîya dawîyê de ji alîyê Vilhelm Thomsen ve pêvajoya lêkolîna tirkên kevnare dest pê kir û Nikolaj Poppe jî roleke xerab di derbara girîngîya kurdî û çanda kurdî de leyîst. Ew rûsê mongolîst bû û wî peyvên kurdî, farisî û tirkîya kevnare dida ber hevûdu. Di encamê de peyvên kurdî mîna peyvên tirkî nîşan dida. Yanî piranîya turkologan ji Rüsyayê ne ango li wir dijîyan.

Li rêzê ji sala 1600 heta sala 1700î

Kurdolog û turkologên ewilî

Teorîyên cuda hebûn. Lêkolînerên xwezayî û endamê Akademîya Rusî Johann Anton GÛLDENSTADT (1787-1791) bawer dikirin ku kurdî nêzikî tirkî û tatarî ye. Hin lêkolîner û vekolîneran jî kurdî weke zaravayekî farisî didîtin. Li gorî teorîyeke din kurd Kalder in.  

Kurdologê ewilî û pêşîn Jean Baptiste TAVERNIER (1605 1689) e û ew li  Parîsa Fransayê  ji dayîka xwe bûye. Li gorî kurd mirovên çiyayî  yên di navbera Nînova û Isfahansfehanê de ji barût û geleyan pê ve tiştekî nafiroşin û li gorî têbinîyên wî li ser sînorên  rojavayî çekên kurdan hebûn. Lê dîsan kurd ji dil ji çekan hez nakin.

Andrey Viktorovich Anokhin (1871-1942) muzîkzan, etnografê Rûs, Joseph de Guignes (1721-1800,  rojhilatnas û Turkologê Fransî bû Mikhail IIIarionovich Artamonov (1898-1972), turkolog, dîrokzan, Gabdulhay Huramoviç (1927-1986, tatarî), profesorê Sovyetî, turkolog, fîlolog zimanzan, Alexsandr Palmbah, turkolog, Grigorî Gurkîn, turkolog (1870-1937),  Gyula Nemeth (1890-1976), TurkologÅe Macarî,  Dimitri Kantemiolglu (1673-1723), Alexander Nikolaevich Samoylovich (1880-1938), turkolog,   Nikolai Baskakov (1905-1996) zimanzan, turkolog, Wilhelm, Redolff, Wilhelm Thomsen, Philip Johan von Strahlenberg, Wang Guoweri, Yevgeny Polivanov.

 Bingehavêtin û bavên Kurdolojîyê û îtalîya, Fransa û Swêd e ne Rûsya ye

 Bavê kurdolojîya zanistî û akademîk jî Henrik Samuel Nyberg e ku ew swêdî ye. Prof. Dr. Henrik Samuel NYBERG orîyantalîst, dîrokzan, zimanzan û yek ji birêvebirê Akademiya Swêdî bû. Ew di bûyerên cîhanê de jî, bi helwestên xwe ve serbixwe û bêtirs bû. Nyberg  erebîst, hebraîst, îranîst û kurdolog bû. Wî di debara zimanê kurdî û pehlewî de lêkolînên zanistîyê kirîye. Ji ber vê yekê ew kurdolog e.

Li zanîngehên Swêdê dostên kurdan yên akademîkar pir in, hin ji wan ev in: 

Anders LANGE, Siv EHN (Stockholms universite), Erik OLSSON (Linköpinges universitet), Maja POVZANOVIC FRYKMAN (etnolog, Lunds universitet).

Ev navên jêrîn rolên mezin leyîstin ji bo pêşvebirina Kurdolojîyê:                                                                              Socın, 1890; A. Von Le Coq; Alexsandr Jaba, 1860, Chyet, 1991;  Hugo MAKAS, 1926; Î. N. BEREZÎN, 1842;  Marr 1894; Prym 1887;  Roger Lescot, 1942; Margarîta  RÛDÊNKO; V. PARSAMYAN;  Musaelyan J. S., 1978; Basil NÎKÎTÎN; Lorenzo Hervas y PANDURO, 1735-1809; S. A. Rhea;  Prof. Dr. Salomon EGAIAZAROV  di sala 1891ê de xebatên wî yên etnografîk li Erêvanê hatin weşandin.Prof. Dr  N. Marr di derbara zıman, çand û koka kurdan de lêkolînan  çêkiriye.

Gava em li Swêdê behsa xebata kurdolijîyê dikin, sê xebatên girîng hene, ew jî ev in:           

1.Pirsa Kurd 1941-47. Aliyên herêmî û navneteweyî 2. Ferhad Shakely, Uppsala, Bandora rewşa sîyasî li ser wêjeya Kurdî.                                                                    3.  Omar Sheikhmous, Stockholm, 'Kurdên li sirgûnê. 

TÊGEHA KURDOLOJÎYÊ

Qanatê KURDO û Hecîyê CINDΠ kurdologên mezin in. Herçend nayê zanîn ku ji hêla kê ve têgeha "Kurdolojîyê" cara ewilî  hate bikaranîn, lê ji ber xebata mîsyonerê Îtalî Maurizio GARZONÎ (1730-1790 ) ya bi navê Rêziman û Ferhenga Zimanê Kurdî ye ku ew wekî kurdologê ewilî dihê navandin. Navê pirtûka wî ”Grammatıca e Vocabullarıo Della Lingue Kurda”´ ye. J. Bapiste TAVERNIER (1718) pirtûka xwe ya di derbara kurdolojîyê de diweşîne. Ew di navbera salên 1605-1689an de jîyaye. Ew destpêkarê kurdolojîyê ye. Lorens Hervas y PANDURO di sala 1787an de îdîa kir ku Kurdî ji nêz ve bi Farisî re têkildar e û ne bi tirkî ye.

Ji bilî wî F. JUSTÎ jî di sala 1880î de rêzimana kurdî amade kir û dabû çapê. Thomas BOÎS kurdolog bû û mîsyonerê fransî bû. Ew û GARZONî herdu bihevre avakar û bingehdarên kurdnasîyê ne.

Prof.Dr Freidrich MÛLLER ku bi eslê xwe Avusturyayî di navbera salên 1843 û 1898an de jîyaye. Wî di derbara kurmancî û zazakî de lêkolînên akademîk pêkanîye û weşandîye. Ji bilî wî jî zimannasê Amerîkî Samuel Audley RHEA di navbera salên 1851 û 1865an de li bajarê Hakarîyê  jîyaye û fêrî kurmancî bûye. Piştre gramera kurdî amade kirîye û daye chapê.

Zanyarî û agahdarîyên Şerefxan BîTLÎSÎ û Evlîya ÇELEBÎ di derbara dîroka kurd, ziman, edebiyat, ol, çand û civakên kurd de çavkanîyeke baş e ji bo lêkolînên nû.   Li gorî Prof. Qanatê KURDO Alêksandir JABA xwendina xwe ya li Zanîngeha Peterburgê qedandibû û ew bû rojhilatnas. JABA di derbara folklor, edebiyat, dîrok û etnografîyê, de xebatên hêja kirine.  Di vê fotografê de Qanatê KURDO xuyan dike.

Mehmed Emin Zekî subayê Osmanî û mirovê dewletê bû, lê dîroka kurdan nivîsî û kurdolog bû. Ew dibin bandora Ahmedê Xanî û Hacî Kadirê Koyî de mabû û ji lewre wî dîroka kurd nivîsîye.

Zimannasîya Disîplînerîya lêkolîna zanistîyê:

1. Diyalektolojî, dengnasî, fonolojî, fonotîk, rêziman, Morfolojî… Morfofonolojî, Morfofonolojî (têkilîya navbera morfolojî û fonolojî û çawa pêvajoya fonolojiye di karûbarê morfolojiyê de dihên bikaranîn. Sûntax/hevoksazî, zimannasiya dîrokî, ferhengokname, lexikolojî, Lêksokolojî/Leksokolojî beşek zimannasî ye ku peyvan lêdikole.

3. Navdîsîplînerîya lêkolînê

Navdîsîplînerî çalakiyeke lêkolînê ye ku têde zanist, rêbaz, termînolojî, pirzimanî, pirzanyarî ”multîdisîplînerî” û pisporiya dîsîplînên lêkolînan heye. Divê dîsîplînên cihêreng têde hebin, daku  ew bikaribin qala pirçandîyê bikin.

 3. Tevahîya lêkolînên çandî ku ew dîsîplînên akademîk in ku ji çandên mirovî, vegotin, mîras, bermahiyên çandên mirovî û zanistên civakî pêkdihên. Koka vê hindavê di teorîyên mirovahî, civakî, zanistî û lêkolînên salên1960-1970î de ye.

Mirov dikare bibêje di kurdolojîyê de dîsîplînek heye. Sîstema lêkolîna dewleta tirk antî teza kurdolojîyê ye. Kurdolojî dihê wateya zanîna Kurd / Kurdistanê û ew di forma zanista dîsîplîna sîstematîkê de ye. Ew şaxek zanistê ye ku bi ziman, dirok, edebiyat û çanda Kurdî re mijûl dibe. Di vê şaxa zanistê de, koma zimanê Indo- Ewropî jî heye.

 Lêkolîner û akademîkarên Kurdolojîyê, giranîya xwe didin ser lêkolînên navdîsplînasî, zimannasî, çandnasî û bi taybetî di derbara Kurd ango Kurdistanê de. Kurdolojî parve dibe ser sê beşên bingehîn:

1.Kurdolojîya kevnare: Lêkolîyên ku di derbara ola bav û kalên kurdan, tore, hîwûşî, cejn, kevneşopî de pêkhatine. Dîsan lêkolînên ku di derbara Avesta, Ghata, Rigveda, Sanskritî, Pirtûkên Weda, gramera Sanskritî ya Panini li derûdora BZ 520-470, Astadhyayî… û ji bilî van, struktura zimanê medî/farisîya kevnare, fonetîk, gramatîk, lîteratura klasîk…

2.Kurdolojîya Navîn: Dîrok, peyv/gotin, folklor, erdnasî...

3.Kurdolojîya hindava nû.

Di derbara kurdolojîyê de em dikarin sê tiştan bibêjin:

1. Kurdîlolojî wekî zanina xwendekarî û lêkolînên hemû beşên zanyarîyê: hemû navdisîplînî zanyarî, dîrok, literatur, çandzan, rêziman, sosyolojîya Kurdistanê, antropolojîk.

2. Akademîyên zanistîyê, Enstitûyên perwerdekariyê.

3. Zanyarî di derbara Faris, Afgan, Taliş, Zaza, Tacik, Sogdî, Osetî, Paştû, Osêya hwd. de

 Kurdolojî di sala 1934an de li Erêvana Ermenistanê formeke nû wergirt. Di vê wê salê de kongreya Kurdolojîyê ya zanîstîyê pêkhat û kurdologên wekî Qanatê KURDO, Erebê ŞEMO, Hecîyê CINDÎ, Emînê Evdal, Casimê CELÎL û gelekî kesên din beşdar bûn.

 Li Sovyeta berê çar navbendên kurdolojîyê avabûbûn; Erêvan, Moskova, Lenîngrad û Baku.

Prof.Dr Freidrich MÛLLER ku bi eslê xwe Avusturyayî di navbera salên 1843 û 1898an de jîyaye. Wî di derbara kurmancî û zazakî de lêkolînên akademîk pêkanîye û weşandîye. Ji bilî wî jî zimannasê Amerîkî Samuel Audley RHEA di navbera salên 1851 û 1865an li bajarê Hakarîyê jîyaye û fêrî kurmancî bûye. Piştre gramera kurdî amade kirîye û daye çapê.

 Zanyarî û agahdarîyên Şerefxan BîTLÎSÎ û Evlîya ÇELEBÎ di derbara dîroka Kurd, ziman, edebiyat, ol, çand û civakên Kurd de rêvekirin ji bo lêkolînên nû di warên navneteweyî de jî kurdolojî kete rojevê.

 Li gorî Prof. Qanatê KURDO Alêksandir JABA xwendina xwe ya li Zanîngeha Peterburgê qedandibû û ew bû rojhilatnas. JABA di derbara folklor, edebiyat, dîrok û etnografî de xebatên hêja kirine.

Mehmed Emin Zekî subayê Osmanî û mirovê dewletê bû, lê dîroka kurdan nivîsî û kurdolog bû. Ew dibin bandora Ahmedê Xanî û Hacî Kadirê Koyî de mabû. 

Abdussamedê BABEK ji Colemêrgê ye û ew berê zayînê (Berê Îsa) di navbera salên 972 an 1019 û 1020 de dijîya û wî berê Hacî Kadirê KOYÎ ango Alîyê HERIRÎ nivîye. Ji lewre ew piştî îslamê nivîskar û helbesyanê pêşîn e. Wî di di derbara ola îslamê de nivîsar, zanyarî û helbest nivîsîye. Baba Tahîr UYAN (Baba Tahîrê Ekbatana) helbestvanekî kurd (lurî/goranî)  e û ew di derûdora salên 940-1020î de jîyaye. Ew 100 sal berê Omer XAYYAM (Ömer Hayyam), Yunus EMRE û 150-200 sal berê Mevlana helbelvan bûye. Prof. Michael M. GUNTER (2016) di pirtûka xwe de behsa dîroka nûjen ya kurd û Rojhilata Navîn û komkujîyê dike.

 Kurdologên akademîkar yên ewilî:

Sal: 1600-1700

Teorîyên cuda hebûn. Lêkolînerê xwezayî û endamê Akademîya Rusî Johann Anton GÛLDENSTADT (1787-1791) bawer dikir ku kurdî nêzikî tirkî û tatarî ye. Hin lêkolînan jî kurdî weke zaravayekî farisî didîtin. Li gorî teorîyeke din kurd Kalder in.

1600 - 1800

Albert HOUTUM SHILDLER 1846 – 1896)

Jean Baptiste TAVERNIER (1605 - 1689)

Joyce BLAU  (1932-  89 salî, dijî)

Maurizio GARZONÎ (1730 – 1790)

Vladimir Fjodorovitj MÎNORSKÎ (1877 -1966)

Michael Semenonvich  LAZAREV (Rûs)

Thomas BOÎS Fransî bû

Johann Cristoph ADELUNG ( 1732-1806)

Lorenzo Hervas y PANDURO (1734-1808)

Peter Simon PALLAS (1741-1811)

Johann Anton GÛLDENSTADT (1745-1781)

Giuseppe CAMPANILE (1762-1835)

Julius KLAPROTH (1783-1835)

Francois Bernard  CHARMOY (1793-1869)

Aleksander CHODSKO (1804-1891)

Ilya Nikolaevich BEREZIN (1818-1896)

Alexander Borejko CHODSKO (1804-1891)

Alexandre Auguste JABA (1803 – 1891)

Albert Houtum – SHINDLER (ji swîsrî)

Emînê Evdal  (1906-1964) 

Eugen  PRYM

Celadet Alî Bedirxan (1893-1951)

Celîlê Celîl (1936-)

Claudius James RICH

Albert SOCIN (1844-1899)

Ferdinand JUSTÎ (1837-1907)

Îsmaîl BEŞÎKÇÎ (1936-)

Julius Heinrich KLAPROTH

Claudius James RICH

Giuseppe CAMPANILE

Hecî CINDÎ (1908-1990)

Karl Heinrich Emil LUDWIG KOCK 1809-1878)

Lorenzo Hervas y PANDURO (1735-1809)

Austen Henry LAYARD (1817 - 1894)

Moritz VAGNER (1813 – 1887)

Nicholas POPPE (1897 – 1991)

Freidrich MÛLLER (1843-1898)

Samuel Audley RHEA (1851-1865)

Davîd Neîl MACKENZIE (Amerîkî)

Peter von LERCH (1827-1884)

Ferdinand JUSTÎ (1837-1907)

Albert SOSIN (1844-1899)

Nikolai Jakowlewisch MARR (1865-1934)

Ely Banister  SOANE (1881-1923)

Basil NÎKÎTÎN (1885-1960)

Îlya BEREZÎN (1818-1896)

Roger LESCOT ( 1914-1975)

Margarita Borissowna RUDENKO (1926 -1976)

Osman KADER AHMED (192-), Bakurê Kurdistanê.

Samuel AUDLEY RHEA (1827-1865)

Martin van BRUINESSEN (1946-)

Mehmed BAYRAM (1946-)

Michael M. GUNTER (1943-)

KURTEYA NAVEROKÊ

Kurdolojî, ji peyvên ”kurd ”û”log” afirîye Kurdolojî dihê wateya zanîna Kurd û Kurdistanê û ew di forma zanista dîsîplîna sîstematîkê de agahdarîyên cuda berhev dike, kom dike, lêdikole û vedikole da ku bigihîje encamekê. Kurdolojî zanîstek e.

Bapiste TAVERNIER (1718) pirtûka xwe ya di derbara kurdolojîyê de diweşîne û Mauriozi Garzonî jî, jê sûd werdigire.  Mauriozio GARZONΠ di navbera salên 1752 - 1787an de li ser zimanê kurdî xebitîye û kurdî fêrbûye. Lê J. Bapiste TAVERNIER di navbera salên 1605-1689an de jîyaye û wî gelê kurd naskirîye. Ji bilî wî F. JUSTÎ jî di sala 1880î de rêzimana kurdî amade kir û dabû çapê. Thomas BOÎS kurdolog bû û mîsyonerê fransî bû. TAVERNIER û GARZONî herdu bihevre kurdolojîyê pêşxistin.Lê Prof. Dr. Henrik Samuel NYBERG ku swêdî ye û yek ji birêvebirê Akademiya Swêdî bû. Ew bavê kurdolojîya akademîk û zanistîyê ye. 

Çavkanî û referen

Maruf Yilmaz (2015). Hur blev jag den jag är? Södertörns högskola/Södertörn universitet

Mcdowall, D. (2001). A Modern History of the Kurds. London: IB Tauris.

Minorsky, V. (1992). Kurder. Istanbul: Koral förlaget.

Friedrich Nietzsche (1881-1883, piştre hat wergera ji bo swêdî). Så talade Zarathustra

Nikitin, B. (1986). Kürtler. Berlin: Wesanén Özgürluk Yolu.

Prof. Wilhelm Müller (1896). Beckers Världshistoria. Albert Bonniers, Förlag: Stockholm.

Minorsky, V. (1992). Kurder. Istanbul: Koral förlaget

Margarita  B. RUDENKO (1960). Ehmedê Xanî, Mem û Zîn , kurdî: Moskova

Musaelyan J. S.,  Kurdskaya  (1978). poema " Zembilfiroş' ı yeyo folklorı ye versii

Evliya Çelebi (1980). Kurd û hevsarên wî, Bexdad. 

Stausberg. M (2005). Zarathusra  och zoroastrismen. Bokförlaget Nya Doxa: Uppsala.

Bender, Cemşîd (1991). Kûrt Tarihi ve uygarlığı. İstanbul.

Îhsan Nurî, îhsan (1976). Kürtlerin kökeni. Çevıren M. Tayfun.

Gürdal, Aksoy (1991). Kürt dili ve söylenceler. Öteki Yayınevi. Ankara.

Yilmaz, Maruf (2015). Hur blev jag den jag ar? Södertörns högskola/Södertörn universitet.

Mcdowall, D. (2001). A Modern History of the Kurds. London: IB Tauris.

Minorsky, V. (1992). Kurder. Istanbul: Koral förlaget.

Nikitin, B. (1986). Kürtler. Berlin: Weşanén Özgürluk Yolu.

Prof. Wilhelm Müller (1896). Beckers Världshistoria. Albert Bonniers, Förlag: Stockholm.

Mcdowall, D. (2001). A Modern History of the Kurds. London: IB Tauris.

(Dê wekî pirtûk çap bibe... hê me baş rast ne kirîye. Ez dê hêdî-hêdî çavkanî û referensan lê zêde bikim )

Dûmahik heye

06.09.2021

Kopiya qedexe ye.

Maruf YILMAZ: maruf@live.se

------------------------

REWŞENBÎRÎYA KURDÎ Û SEDEMÊN PAŞBINGEHÊN BÛYERAN


Maruf YILMAZ, doktoremend, lêkolîner, mamoste

Paşbingeh û sedemên derketina şerê ku di navbera PKK û PDK´ê de destpê kirîye, dikare çi be?                Mirov ji bo çi şer dike û armanca şerî çi ye?                  Di şerî de serkeftina kurdan dikare çi be?                    Ma em dikarin bêyî xerabîya YNK´ê li Kerkûk´ê qencîyê têbigihîjin?                                                              Em çawan dixwazin bijîn? Rewşenbîr kî ne?

1.1 REWŞENBÎR, RONAKBÎR

Ez di vê nivîsara xwe de du metodên cuda bikartînim; zanista giştî û hizra mentalîteta civaka paşketî. 

Ez wekî rewşenbîrekî kurd bêalî û alîgirê tu siyasetê nî nim û herwisan li dijî tu hêzekî siyasî jî nî nim. Em kurd dirust nî nin, li dijî hevûdu ne û gorên (mezel, qebr) hevûdu dikolin. Divê kurd ji bilî avakirina dewleta xwe tiştekî din nehizrin.Heke partîyek ala Kurd û Kurdistanê nexwaze, hingê seqetîyeke wê heye ango Tirkiye/îran gotinên xwe pê dide gotin û kirin.                                                          Em çawan dikarin rastîya paşbingehên bûyeran bizanibin?

Dema ku du-sê kurd tên ba hev, hingê ew şerekî mezin li dijî hev derdixin û dilê dijminên xwe şad dikin. Heke tu ji gund gavanan an qereçîyan bînî, bikî berpirs dê ji berpirsên partîyan baştir bin. Kurd ne dirust û ji hevre ne rast in, ji kurdan bêxwedîtir li dûnyayê tu xelq/kes tune ye. Rewşenbîrî ne ew e ku tu xwe teslîmê dewletek an partîyekê bikî û bibî koleyê/koleya wê. Divê rewşenbîr bixwe ve girêdayî be; ne Tirkiye, ne Îran, ne Amerîka û ne jî Ewropa. Heke dostekî/hevalekî/e mirov ê/a swêdî hebe, ew heta bi heta dost e û dost dimîne. Lê mirov ê dostê kurdekî/e be, dema yê/ya kurd karê xwe bi mirovî/ê diqedîne, hingê wê dostanîya salan dixe bin lingên xwe û xwe davêje hembêza/partîyek ango kesekî/e din. Kesên ne rewşenbîr û ehmeq bêwijdan, dilkevir, kîndar û parastkarên şer in û "şer jî tawaneke însanî ye. Hin kurd ehmeq in û ji lewre jî rewşa wan xerab ango bêserûber e. Helwest pir girîng e. Nimûne: Helwesta Mehdî ZANA ya di dadgeh û girtîgeha Amedê de pir balkêş e, wî sond xwaribû ku ew dê di dadgehê de tenê "zimanê Kurdî" bipeyve. Lê helwesta Necmeddin BÜYÜKKAYA jî balkêş e, ew wekî Sokrates ji bo hizr û ramana xwe berbi mirinê çû... Bi dehan kesên wisan hebûn. Rewşenbîr (întelektûel) û ronakbîr di hemanekê de dihê bikarhanîn, lê du wateyên wan cuda ne. Herçendî di wateya hemanekê de bihê bikarhanîn jî, du peyvên cuda ne û du wateyên cuda didin. Rewşenbîr (întelektûel) kesê /a bi aqil, "zeka", zanist, zanistî û fêrbûyînê ji xwe re bingeh digire. Rewşenbîr (întelektûel) dizane, lê ronakbîr dihizre. Her rewşenbîr ronakbîr e, lê her ronakbîrekî/e kurd ne rewşenbîr e. Rewşenbîr li ba gelê bindest e û li dijî bêdadmendîyê ye. Herdem rastîyê diparêze û piralî dihizre. Gava ku em gotûbêjîyê di derbara rewşenbîr û akademîkarên kurd de dikin, pêşîn çend nav dihên bîra me, ew nav jî ev in: Qanatê KURDO,, Mehmed E. BOZARSLAN, Şamil ESKEROV (bavê Hejarê ŞAMÎL), Celadet BEDIRXAN... 

Hin nivîskar ango rewşenbîrên kurd ên ku li Swêdê dijîn, ev in: Eşref OKUMUŞ, Çetin ÇEKO... Dilşa DEMIRBAG-STEN, Firat CEWERÎ, Haluk OZTURK, Kazim BUDAK, Kemal GURGU, Kurdo BAKSÎ, Maruf  YILMAZ, Mahmud LEWENDÎ, Mehmed Emîn BOZARSLAN, Murad CIWAN, Osman AYTAR, Rojen BARNAS, Rohat ALAKOM, Salih ÎNCE, Serdar ROŞAN, Seyran DURAN, Vildan Sailm TANRIKULU, ÖZZ NÛJEN...

Hin nivîskar û welatparêzên kurd ên wekî Alî KUT, Bûbê ESER,  Haci KARDOXÎ, Hesenê METÊ, Lokman POLAT, Mehmed DEHSIWAR, Mustafa CIZIRÎ Silêman DEMÎR,  Şîlan XIZAN, Zinar SORAN... xizmetên baş dikin.

PDK û YNK lihev nakin ji lewre divê em pêşîn şûjinê di çavên xwe de rabikin, dûvre ji çavên xelqê re...

HIN JI AKADEMÎKAR, ZANYAR, NIVÎSKAR,  REWŞENBÎR Û ZANYARÊN KURD ÊN KU NIHA DIJÎN, EV IN: Omar SHEIKMOUS, Hamit BOZARSLAN, Knyaz Ibrahim MÎRZOYEV, Moskov AMARYAN, Osman AYTAR, Nadir NADIROV,  Sadedin MELE, Abdulbaqî MAYÎ, Yekta UZUNOGLU, Obeid AHMED, ronakbîr û siyasetmendar, Shilan FUAD, Dursun Alî KÜÇÜK, Aslika QADIR,  Tosinê REŞÎD, Seîd VEROJ,  Shahînê BEKIRÊ SOREKLÎ, Maruf YILMAZ, Najmaddin KARIM, Hejarê ŞAMIL, Tengîz SIYABEND...

1.2 Prof. Noam CHOMSKY, Prof. Slavoj ZIZEK, Fîlozor, Prof. Bernard - Henrî Levy, Dr. Îsmaîl BEŞIKÇÎ Prof.

Noam CHOMSKY dinivîse, dibêje: "rewşenbîr ew in ku di rewşekê de derew, sedem, plan û armancên veşartî yên dijminên xelqê eşkere dikin û anaîze dikin daku bikaribin plana dijminên xwe têkbidin, hingê ew dibin rewşenbîrên gelê xwe. CHOMSKY di nav rewşenbîrên (întelektûel) amerîkayî de pir bi bandor e. Ew Erdogan kurdkujek ango komkujek û zarokkujekî/ê dibîne û daxwaza CHOMSKY ew e ku kurd bigihîjin mafên xwe yên neteweyî. 

Prof. Martin van BRUINESSEN di derbara kurdan de xebatên hêja dikirine û ew dixwaze pirsa kurd bi rêya diyalogê çareser bibe. Kar û xebatên wî kom dibin ser van xalan: etno- neteweperwerîya kurd, çand, ziman, edebiyat (folklor, civakên kurd, axa, Şex, desthilatdarî)... 

Dr. Îsmaîl BEŞIKÇÎ fenomenologê nasnameya kurdî û herwisan jî ew parastkarê hizra neteweya kurd û "Dewleta Kurdî" ye. Ji kurdan zêdetir mafên kurdan diparêze.Dr.  Lê li cîhana akademîk mirov dikare rexneyên çêker li Îsmaîl BEŞIKÇÎ bigire û wî rexne bike. Dîtinên îsmaîl BEŞIKÇî yên salên 1970 û 1980î ne. Lê divê mirov li gorî zanista teorîya rexnegirîya civakî ya "postmodern"ê (piştînûjen, paşnûjen, postmodern kritisk teori) wî rexne bike daku ew ji salên 1970 û 1980î derbas bibe û li wir nemîne. Rexne pir girîng e, lê zimandirêjî û êrişkarî tiştekî din e. Gava ku Serekwezîrê Swêdê Stefan LÖFVEN ji alîyê rojnamevan û xelqê ve tê rexnekirin, hêrs nabe û li gorî wî rexneyên cuda dibin alîkar ji bo ew çewtîyên xwe bibîne. Li gorî min, Swêdê dayîka demokrasîya cîhanê ye û divê em jê sûd werbigirin.

Fîlozof, Prof. Slavoj ZIZEK jî li dijî terorîzma dewleta tirk û dashê dûnyayê dihejîne û piştevanîya kurdan dike. Ew bi helwesta xwe ve rewşenbîrekî (întelektûel) mezintirîn e. Prof. Francis FUKUYAMA rexnegirekî amerîkayî û wî pirtûkek bi navê; "Dawiya dîrokê û mirovê dawîn" nivîsîye. Bi rastî mirovahî ji demekê derbasî demeke nû dibe û li wir kurd wekî qereçîyan lihev nakin û dema ku du kurd tên cem hev şerekî  li dijî hev derdixin. Ev taybetmendiya kurdan dihêle ku bawerîya mirov bi wan nayê.Îro dûnya weke kamera li bêdewletbûna kurdan dinêre, ji ber ku ew dizane ku dijminê kurd herî dijwar ji hundir e. Dijminên kurd ên herî mezin ne tirk û ne jî faris in; dijminê kurd ji hundir e û kurd bi xwe ye. Tirkiye û dijminên piçûk in. Nexweşîya lihevnekirina kurdan wekî nexweşîya "mîkrobiyom"ê ye. Kurd ji sedî 99,75% (procsent) ji bakterîya xwe pêk tên. Mîkrobiyoma celebên bakteriyan li ser çermê kurd dijîn. Martin Heidegger (1987) û Sigmund Freud (2007) û di derbara xem û tirsê de wekî hev dihizrin û dibêjin: xem û tirs piştre dibe xofeke mezin. Di rewşenbîrîyê de pirsên ehlaqî pir girîng in. Sokrates dibêje: "tu kesekî/e bizanebûnê xerabîyê nake. Xerabî ji nezanîyê diafire. Sokrates rewşenbîrê etîk û exlaqê ye. Li gorî Martin Heidegger (1987) tehdît dikare bibe xofeke mezin û bandorê li mirovî/ê bike. Heidegger bervederî dike û dinivîsîne: "xof, tehdît û tirs dikarin narihetiyeke mezin çêbikin." Em dizanin ku rewşênbîrên kurd li Bakur ji dewleta tirk ditirsin, ji lewre jî bê helwest dimînin. Rewşenbîrên navdartirîn di qata navneteweyî de dûnyayê dihejînin bêyî ku gelê kurd hay ji wan hebin, hin ji wan ev in:                     

Fîlozor, Prof. Bernard- Henrî Levy bı helwesta xwe dûnyayê hejand: ”Erdogan mirovkuj, gelkuj... Fîlozof, Prof. Dr Noam Chomsky: ”Erdogan kurdkujek, komkujek, zarokkuj e..ç"                   Tomas Thorén (Lêkolîner): ”Erdoğan niha ji berê bêhtir desthilatdariyê li ba xwe kom dike."        Şimon Tisdall (lêkolîner): ”Erdogan dikare bibe destpêka dema tarîtiyê li Tirkiyê."                      Lindsey Graham dibêje: "Tiştê ku Trump ji kurdan re kir xîyanet bû."                                                  Angelîna Jolie: Kurd qehreman, gernas, mêrxas û neteweyeke mêvanperwer e."

Dîroknas Altuğ Taner Akçam: "Tirkiye dixwaze kurdan berbi qirkirin “imhakirinê” bibe û mîna ermenîyan bîne ser kurdan… Michel Foucalt (1993:37, 148) qala hizra relasyona (relation) navbera zanyarî û zanînêdike. Hêz bi hewceyî têkilî ye. Hêz tenê dikare bi têkilîya di navbera du aktoran de hebe. Foucaul îdîa dike ku hêz zanînê çêdike. Desthilatdarî ne tiştek e, hawayê desthilatdarîyê girîngtir e, mînakî, xwedîkirina hêza şîdetê û parastina wê. Foucalt (2005: 32-33) dinivîse, dibêje: "rewşenbîr rolên xwe zêdetir li dijî hawayên desthilatdariyan dileyîzin." Yek ji hîmdarê teoriya pirr zîrekiyê" profesorê Prof. Howard Gardner e (1999) ku ew behsa "zeka" û zîrekîyê dike. Li gorî wî du nîşanên mezin ên zîrekîya rewşenbîrîyê hene. Ya yekem di mijarên wêjeyî, civakî û siyasî de eleqe û meraqeke jixweber e. Rewşenbîr ew kesê/kesa ku ji xwe haydar e û ew aqilê xwe bikartîne. Bi gotineke din rewşenbîr kesekî/e têgihîştî, fêrbûyî, biwijdan û ne hisî ye. Kesê /kesa ne rewşenbîr hisî dihizre, netêgihîştî û teng dihizre. Lê rewşenbîr ew kes e ku bi çalakîyên zanistî ango edebî ve mijûl dibe. Bi rastî zanist çi ye? Bi rastî çi zanistî ye? 1.3 Rewşenbîrên Partî û Rêxistinên Kurd Rewşenbîrên partî û rêxistinên kurd hene, lê rewşenbîrên Kurdistanê tune ne. Divê rewşenbîrên kurd serbixwe, "otonom" û bi xwe ve girêdayî bin û di şûna propaganda siyasî de agahdarîyê (înformasyon) bigihîjin gelê xwe û ji bo pêşveçûna mirovahîyê bixebitin. Nivîskarên kurd xwe rewşenbîr dibînin, lê ne rewşenbîr in û hin berhem an pirtûkên wan malên çopê ne. Heke mirov nexwîne mirov nikare pirtûkeke baş binivîse. Ji ber vê yekê, rewşenbîrên kurd nikarin bibin James Joyce, Aristoteles, Platon, Sokrates, Kant, Nietzsche, Hegel, Shakespeare... û nikarin bibin Mehmed UZUN jî, ji ber ku nivîskarên niha mirovên salên 1970î û 1980î ne û li wir dijîn. Nivîskar û hunermendên kurd nîv-ronakbîr in, lê ne rewşenbîr in, rewşenbîrî tiştekî din e. Kesên ku bi zanist û qabîlîyeta hunera nivîskarîyê ve mijûl dibin, ji wan re rewşenbîr ango ronakbîr dihê gotin. Lê her nivîskar ne rewşenbîr e. Rewşenbîrî di nav kurdên Bakur de mirîye û divê ew ji nû ve bizê. Divê rewşenbîr lehegên gelerî bin. Li gorî rewşenbîrîyê (întelektualist) her tişt di bingeha xwe de watedar e. Rewşenbîr, nivîskar û hunermendên kurd dengê gelê xwe ne û li dijî siyaseta çewt dengê bilind bikin. Bêguman êrîşa PKK´ê ya li dijî hêza pêşmergan zirarê dide kurdan û dilê dijminên şad dike. Şerê giran ê PDK û PKK´ê ketîye rojevê. Di şerî de mirov dikuje ango mirov dihê kuştin. Rewşenbîr ew kes e ku li dijî her cureyî şerî be û ew li ser rastiya civakê bi rexnegirîya zanînê, lêkolîn û ramanên cuda ve mijûl dibe û dixwaze pirsgirêkên mezin ku di civakê de hene, bi rêya dîyalogê çareser bike. PDK, PKK û YNK sê hêzên mezin in û divê pirsgirêkên xwe bi rêya dîyalogê çareser bikin. Divê em ji dîrokê dersên mezin fêr bibin. Belgeyên nû yên ku derdikevin holê û ew pirr girîng in. Heke PKK partîya dewletê be jî, dîsan divê xwe biguhirîne û rêya dîyalogê hilbijêre. Em dibînin ku PKK dev ji hizra serxwebûna Kurdistanê berdaye û wê avêtin çopê û niha ji bo demokratbûna Tirkiye, îran, Îraq û Sûriyê dixebite. Ev dîtina wan ji bo wan rast e, lê ji bo min ne rast e.  Ji bilî vê jî, dibe ku têkilîyê Qendîl û Îranê stratejîk bin û ev bûyerên ku li Başur diqewinin di pişt wan bûyeran de ne tenê Qendîlê hebe. PKK, PSK û partîyên Bakur kêm-zêde wekî hev in û divê ew dev ji mentalîteta xwe ya kevnar ber bidin. Dewleta Federal a Kurdistanê, parastkara mal û hêlîna hemû kurdan e û divê em mala xwe teslîmê biyanîyan (xerîb) nekirin û em di mala xwe de bin. Gelekî kesên hesûd, dexes, dexso, zikreş û çavnebar hene û ew bihevre Bekoyê Mem û Zînê ne. Ew dixwazin PDK û PKK-ê bînin hemberî hevûdu. Di nivîsên wan de jî xuyaye ku dijminên kurd gotinên xwe bi wan didin gotin û kirin.

Pirs: Di derbara şerê ku di navbera PDK-Iraq, PDK- îran û YNK´ de çêbûbû, hûn çi dihizin/dizanin? Paşbingeh û sedemê derketina şerê di navbera PKK û PDK´ê de dikare çi be?                                            Mirov ji bo çi şer dike û armanca şerî çi ye?              Di şerî de serkeftina kurdan dikare çi be? Ji me re delîl hemce ne ku em di derbara şerê PKK-PDK´ê de rastîyê bizanibin? Rastî çi ye?                                        Em çawan dizanin ku helwesta PDK´ê rast ango ne rast e?                                                                                          Ma em dikarin bêyî xerabîya PKK ango YNKê qencîyê têbigihîjin?                                                      Zanîn çi ye û hûn çawan zanînê ji kesên din werdigirin? Hûn dixwazin Kurdistanekê çawan avabikin? Em çawan dixwazin bijîn?                       

Divê rewşenbîrên kurd, gelê xwe bihizrin û giranîya xwe bide ser tevahî, tevde, lihevkirin, rastîya civakê, "logîk", heqîqet û yekitiya xwe çêbikin ji bo avakirina dewleta xwe. Bi ya min rastîya Yekitiya Neteweyî di zimanê siyasî de weke konstruktîvîzmê hatiye çêkirin û ne "logîk" e. Rastîyeke din heye, ji ber ku di navbera partîyên kurdan de lihevkirineke neteweyî ya ku ji dil be, tune ye. Erka rewşenbîrên kurd ew e ku ew dewleta Federal a Kurdistanê mîna mala xwe biparêzin heke digel kêmasîyên wê hebin jî. Em wekî rewşenbîrekî/ê dikarin ji mîrasa demokrasîya Fransayê sûd werbigirin. Şoreşa Fransî monarkiya serdest a sala 1789´an hilweşand û bandora wê kurdan jî bû. Axaftina Lincoln a di derbara hukûmeteke gel de, ji gel û ji bo gel." (Historiska händelser: Orage AS, 2019: 8). Di vê kovara de behsa 50 bûyerên mezin ku dûnyayê guhartin, tê kirin. Ji antîka yûnanî heta 11ê meha îlonê (meha nehan), teqandina bûyera terorîzmê li Amerîkayê. Yekitiya Sovyetê di Kanûna 1979´an de Afganistanê dagir kir. Lê mixabin kurdên Bakur piştgirîya dagirkirinê dikirin li Amerîkayê. Ev helwesteke çewt bû. Ji rewşa Afganistanê El-Qaîde derdikeve holê û ji Misilmanan daxwaz dike ku beşdarî Şerê pîroz ê 1988´an bibin. Di bombebarana Navenda Bazirganîya Cîhanê de şeş kes tên kuştin. Şer li dijî terorîzmê îrak û Afganistanê dest pê dike. Osama bin Laden di 2ê gulana 2011an de ji hêla hêza Dewletên Yekbûyî ve tê kuştin.

1.4 Prof. Pierre BOURDIEU, PLATON, SOKRATES Prof. Qanatê KURDO Prof...

Pierre BOURDIEU di dema xwe de dûnyayê dihejand û digel tevgera rewşenbîrîyê şoreşa hizrî çêkir û derbasî nav rûpelên dîrokê. Rewşenbîrên kurd nikaribin bibin Aristoteles, Platon, Sokrates, Kant, James Joyce, Nietzsche, Shakespeare... Prof. Qanatê KURDO (1990: 8) girîngîya "Kurdnasên Rûsan L. Zahurskî, S. A Eriazarov û A. Jaba dinivîse û dibêj: "Zimanê kurdî zimanekî serbixwe îspat dikin." Ev karê rewşenbîran e.

1.5 AKP-TRT Şeş: Murad CIWAN, Sertac BUCAK, Îbrahîm GÜÇLÜ...AKP / ERDOGAN dikare gotinên xwe bi kesên wekî Binalî YILDIRIM, Muhsin KIZILKAYA, Mehmed METINER, Orhan MÎROGLU, Mehdî EKER, Galîp ENSARÎOGLU...bide gotin û kirin?

Zanîna wext, dem û wextê ku di dema vekirina TRT Şeş-ê de hatiye jîyandin, divê ji nû ve bihê analîzekirin. Em dikarin çawan û çi bi hawayî jê sûd werbigirin? Ew kesên ku ji xwe re digotin serokên kurd bi daxwaza AKP-ê hezar 'tekle' avêtin, çûn ba AKP-ê û bûn karmendên wê. Di nav wan de Murad CIWAN, Sertac BUCAK, Îbrahîm GÜÇLÜ û gelekî kesên din hebûn. Gelo plan, daxwaz, şert û lihevkirineke wan di derbara çareserkirina pirsa kurd de hebû ango tersê? Rewşenbîr ew kes e ku pişta xwe netewîne û xwe wekî koleyekî nebîne. Sokrates rewşenbîr bû û ew ji bo dîtinên xwe hate tawanbarkirin û di dadgehê de tawana mirinê wergirt, lê Sokrates ji bo dîtinên xwe rêya mirinê hilbijart. Li gorî Sokrates mirina herî xerab ew e, ku mirov dev ji dîtinên xwe berbide. Cîhan hemû dizane ku kurd mafdar in ku ew doza mafên xwe bikin. Kurd ji hemû mafên xwe bêpar in, lê dûnya bêdeng e. Demokrasîya Tirkiyê dişûbe ya berê Antîka Yûnanî û dema şıkeftan. Lê kapasîteta berpirsên partîyên kurd pir nizm e û nikarin bigihîjin qata navdewletî. Partîyên siyasî ji kesên ehmeq hez dikin, lê ew ji rewşenbîran (întelektûel) hez nakin. Ji salên 1980î heta 2000î çalakîyên edebî, çandî û zimanî hebûn, lê hemû wenda bûn, çûn û di şûna wan de propagandaya siyasî derket holê. Berê komeke întelektûel ango rewşenbîrên kurd li Swêdê hebûn û di wê komê de Mehmed UZUN, Salîh ÎNCE û Eşref OKUMUŞ pir çalak bûn. Bi siyasetkirina Enstitûya Kurdî ya Stockholm, Kitêbxaneya Kurdî li Stockholm, Konseya Kurdî û hemû komeleyên Federasyona Kurd li Swêdê bi partîyan ve hatin girêdan û ew bûn kujerên çand, edebiyat û hêjahîyên kurd. Ez bawerim pêwîstîyên me bi sazî, dezdeh û avahîyên sivîl hene û divê rêxistinên sivîl avabikin, ne yên siyasî. Rewşenbîr kesekî/e afirîner, zana û zîrek e. Li ba wî/wê qabîliyeta têgihiştin û encamgirtinê heye. Rewşenbîr û ronakbîr du peyvên ji hevûdu cûda ne û wateyên wan jî...

2.1 SÊ BÛYERÊN KU BINGEHA KURDAYETÎ DANÎN, EV IN:

1. Eposa neteweyî ya Ehmee XANÎ Mem û Zîn (1651-1707)

2. Şerefnameya Şerefxan BÎTLÎSÎ (1597)

3. Mîr Celadet BEDIRXAN: Alfaba HAWARÊ, Kovara Hawar (sal 1932), Ronahî (1942-1944), Roja Nû (1942-1945), Kamuran BEDIRXAN...Qanatê KURDO jî zimanzan û akademîkarekî mezin bû. Têbînî: Dîroka rewşenbîrîya kurd de bûyerên girîng hene ji wan ev in: Tealî Cemiyetî, DOZA 49´an (50 kurd hatibûn girtin, yek ji wan mir, 49 kes man), 3. DOZA 23´an, DOZA DDKO...).

Hin nivîskarên kurd ên berê ev in: Elî Herirî, Feqîyê Teyran, Meleyê Cizirî, Ehmedê Xanî, Hacî Qadirê Koyî (soranî), Nalî (soranî), Pîremend, Selim (siranî)...

Hin kovar û rojnameyên ku li Îstanbûlê derdikevin, ev in: Roji kurd, Hetawî, Jîn Kurd, Serbestî... Rojnameya ewilî "Kurdistan" di sala 1898an de derket û bandora wê heta niha jî heye. Hewcedariya rewşenbîrîyê ji mirovan re bingehîn e û ji bo dînamîkên civakê girîng e. Rewşênbîrên dîroknas hene, hin ji wan ev in: 2.2 Rewşenbîrî berhemeke Fransî Rewşenbîrî berhemeke Fransî ye, lê bandora fransayê li dûnyayê û kurdan jî bûye. Ew di sedsala 1700î de li salonên jinên çandî, ku li wir, nivîskar, hunermend û fîlozof li hev diciviyan û ramanên xwe diguheztin, xebatên xwe pêşkêş hevûdu dikin, lê em hay jê hene ku têgîna "rewşenbîr" cara yekem têkiliya xwe bi bûyera dadkirina Dreyfus a sedsala 1800î ve têkildar e, herçendî wisan be jî, destpêkarên întellektuyalîzmê yên sedsala 1700î Voltaire û Rousseau bûn û ew bi helwestên xwe ve dikarin bi rewşenbîrên îroyîn re bihêne qiyaskirin. Ronakbîr tiştekî din e û rola wê/wê cuda ye. Lê rewşenbîr pir dixwîne û rast têdigihîje. Ew dikare bi hêsanî ramanên nû jî çêbike. Ew têdigihîje û ji çareserkirina pirsgirêkên dijwar re rêyekê dibînin. Lê rola ronakbîrekî/e cûda ye. Ronakbîr danasînek ku hewceyê ravekirinê ye. Ji kesên zana, zanist û akademîkaran re dibêjin ronakbîr, lê ev ne rast e. Koka peyva întelektûel ê ji peyva latînî "intellectus"ê û dihê mateya têgihîştinê (têgînek). "Intellingens" Entelijansiya bi îngilîzî "enlighned", swêdî "upplyst/upplystning" e û kurdîya wê ronîkirin e.

3. Zayîna Demokrasîyê li Mezopotamyayê

Reforma Solon Demokrasîya Mezopotamyayê 2000 sal BZ hebû. Demokrasî ji Mezopotamyayê derbasî Yewnanê bû û li wir pêşket. Bi zimanê sumerî ji demokrasîyê re digotin "ukkin". "Ukkin" sembola demokrasîya rasterast (direk demokrasî) ya beşdarîyê bû. Peyva demokrasîyê wekî pêweng (hacet) dihê bikaranîn ji bo bidestxistina desthilatdarîyê.

3.1 REFORMA SOLON

Zayîna demokrasî li Atînayê, 508 sal BZ Zayîna demokrasîyê li Yewnana kevnar û li wir yekem car hikûmeta gel a demokratîk bû desthilatdar. Wateya reforma SOLON ev e ku divê hemû niştecihên Atinayê di sala 594an de beşdarîya hilbijarinê bibin. Rewşenbîrê reformîst KLEISHENES berî zayînê di sala 508an de mafên wekhev destnîşan dike.

4. Fîlozof Arîstoteles, Prof. Pirre Bourdieu, Prof. Martin Heidegger, Prof. Antonio Gramscî, Èmile Zola....

Fîlozof Arîstoteles ji hemîyan baştirîn dihê nas kirin. Ew xwendekarê Platon û mamosteyê Alexanderê Mezin çêbû. Arîstoteles di felsefeya Rojavayî de yek ji wan kesayetên herî girîng dihê hesibandin. Gava ku em behsa zayîna întelektulîzmê dikin, hingê sê nav girîng in, ew nav jî ev in: Aristoteles, Platon û Sokrates. Ez bawerim pêwîstiyên kurdan bi fîlozof, zanistên mîna Prof. Pirre Bourdieu heye. Bi bawerîya min niha fîlozofên kurd û sîstema wan tune ye, lê felsefezanên kurd hene. Em dîsan vebigerin li ser kapasîteta berpirsên partîyên siyasî û ramana Prof. Pirre Bourdieu. Pierre Bourdieu (1994) giranîya xwe dide ser sermayeya çand, sermayeya sembolîk û sermiyaniya civakî ya ku bi bandor e û di vê wateyê de siyaseta kurd li Swêdê bêbandor e. Prof. Martin HEIDEGGER (1996) behsa mîrasa çand û rola wê ji bo avakirina nasnameyê girîng e, dike. Prof. Êmile Durkheîm û teorîya funksiyonalîzma wî ya ku ew civakê mîna organîzê dibîne û divê mirov ji teorîya wî sûd werbigire ji bo têgîna yekitiya neteweyî. Prof. George Herbert Mead behsa întersubjektê dike û li gorî vê teorîyê ezbûm dikare bi kesên din re parve bibe; bibe întersubjekt.

Raman û dîtinên Prof. Antonio Gramscî û Prof. Pierre BOURDIEU di derbara ronakbîr û întelektûlan de balkêş in û divê em jê sûd werbigirin. Li gorî Gramscî heke întelektûel tevê çalakîyan nebin, rewş xerab e. BOURDIEU li dijî desthilatdarîya naguhartbar e û ew bi çavekî rexnegiriyê li dewletê mêze dike. Prof. Pierre BOURDIEU û Prof. Jean Franois Revel du rewşenbîrên fransî yên bi bandor bûn û wan fransê dihejandin. Wan di derûdora salên 1960 - 1970î de dûnya û fransayê bi tevgera ciwanan ve dihejandin. Li Parîsê întellektûelên mezin ên mîna Prof. Jean Paul Sartres, Prof. Claude Lévi- Straus û gelekî kesên din bi helwestên xwe ve dûnyayê dihejandin ji bo guhartinên siyasî. Di vê wateyê de pêwîste tevgera "Diasporaya Kurdî a sivîl avabibe û rola xwe bileyîze. Tu afirîner î? Bêyî afirînerî û kapasîteta rewşenbîrîyê, tu nikarî bibî rewşenbîr, lê tu dikarî bibî koleyê/a partîya xwe. Rewşenbîrên kurd îdeolojîk dihizrin; rewş wisan e. Digel vê yekê jî, rewşenbîrên kurd, bi çewtîyên xwe ve, di dîroka xwe de ji gelê xwe re bûne pêşeng. Niha helwesta du rewşenbîrên kurd Dursun ALÎ KÜÇÜK û Hejarê ŞAMIL bi Kurdistanê girêdayî ye û ew îdolojîk nehizrin. Helwesteke baş e. Divê rewşenbîr ji bilî başîyê tiştekî din nehizrin.

Felsefeya ZARDEŞT ji bo me girîng e. Sê Bingeha felsefeya Zardestî hene, ew jî ev in:

•Hukhta: ZIMANÊ BAŞ / ZIMANXWEŞ

•HUMATA: HIZRÊN BAŞ / DÎTINÊN BAŞ

•HUVARESHTA: KIRINÊN BAŞ (DANÛSTANDINÊN BAŞ)

4.1 Prof. Albert Einstein Albert Einstein (1991) gotiye:

"Rewşenbîr pirsgirêkên civakan çareser dikin û pêşiya wan digirin". Ew behsa sedem, paşbingeh, bandor û encaman dike. Hin ji dîtinên Albert EÎNSTEÎN kom dibin ser van xalan:

1. Ji têkçûnên xwe fêr bibe.

2. Ramanên xwe binirxîne.

3. Ji xeletiya xwe vebigere.

4. Dilşada xwe çêbike.

5. Li gorî ku tu dihizî wisan bike.

4.2 Èmile ZOLA Èmile

ZOLA nivîskar û rewşenbîr bû û di gotara xwe ya sala 1898an de ew bi protestoyeke tûj li dijî serokkomarê Fransa û biryara Dadgehê ya di derbara karmendê Cihû Alfred Dreyfus de nivîsîbî û bi vê nivîsê Fransa hejîya. Alfred Dreyfus ji bo xîyanetê hatibû tawanbarkirin. Èmile ZOLA serî li serokkommarê Fransayê da û jê got: "Alfred Dreyfus bêtawan (bêsûc) e û neheqî lê bûye, ji ber vê yekê pêwîste bê berdan. Gotara Èmile ZOLA ji ber vê yekê navdar e û hêjahîyeke nû derxist holê. Provakasyon ji alîyê dijminên Èmile ZOLA ve hatibû orgalîzekirin (çêkirin)... Helwesta navdar a nivîskarê fransî Èmile ZOLA di skandala hiqûqî ya dadgeha Fransa û hiqûqîya wê de deng veda û Alfred Drefus ji cezayê rizgar bû; hat berdan. Èmile ZOLA bi helwesta xwe ve derbasî dîrokê bû. Çima ji bo dîroka rewşenbîran ewqas girîng e? Ji ber ku Èmile ZOLA bi helwesta xwe kete rojeva dûnyayê. Ji bo Prof. Michel FOUCAULT, rewşenbîrê/a gerdûnî mîna zanistî / wijdana her kesî ye. Gelo rewşenbîrên kurd dema agahîyê ango dema ronahîyê li Ewropa ango Kurdistanê jîyane? Dema agehîyê (ronîkirin) li Ewropayê di sala 1700î de hat jîyandin û di wê demê de rewşa kurdan çi bû? Rewşa rewşenbîr, hunermend û nivîskarên kurd di wan salan de çi bû? Nivîskarên dema agehîyê ango dema ronahîyê yên wekî Locke, Voltaire û Rousseau rakiribûn ser pêyan û wan dûnyayê dihejandin. Ew li dijî desthilatdaran ango dîktatoran bûn. Renesansa kurdî, jinûvazayî, vejî û xwe nûkirin pêwîst e. Nivîskarên "Renesansa Ewropayî" ji salên 1300î heta 1500î pir bi bandor bûn. Di wê demê de yên wekî Dante, Boccacio, Rabelaîs û Urasmus Ewropayê dihejandin. Min nûçeya serkeftına sê zaryarên kurdan bihîst û ez bi serkeftina wan şad bûm. Sê zanyarên Kurd di nav lîsteya cîhanê ya zanîngeha Stanford a DY de cih girtin û ez biserkeftina wan şad bûm. Ew zanyar ev in: Prof. Dr. Hemin kOYÎ (Unîversîta Uppsala´yê). Prof. Dr. Peroş Azîzî (Unîversîta Uppsala) Prof. Dr. Sadoon Morad (Unîversîta Khalifa´yê). Kesên stalînîst, lenînîst û maolîst li dijî rewşenbîran dixebitin, ehmeq in û ew li dijî BARZANÎ/PDK´ê ne. Ji bo min nazîst çi bin, kesên prîmîtîvîst, populîst, lenînîst, stalînîst û maoîst jî ew in. Kesên ku li dijî întelektüelan bin netêgihîştî, nezan û pepûk in. Ronakbîrên kurd ên çep bêwijdan in. Kurd dikarin li ber çavên wan bimirin; xwe naleqînin mentalîta wan ya tirkan e. Li gorî min hişmendiya nirxan a ronakbîrên kurd kêm e. Ola îslamê kevneşoyeke dogmatîk e, lê kemalîzmê jî wisan e, ew jî dogmatîk e.

Diaspora ji peyva yewnanî "diaspora" ‘belavbûn’ dihê û têgînek ji bo komeke etnîkî ya ku li derveyî herêma erdnigarîya welatê xwe dijî ku mirov di komê de wekî welatê xwe dijîn. Divê "Diasporaya Kurdî" ji alîyê rêxistinên civîl ve bihê avakirin û organîzekirin(peyva civiʹl bi latînî "civilis" ango " civis" 'hemwelatî'), ku ew behsa hemwelatîyên sîvîl dike, ne yên leşkerî û yê dewletê). Îro Medya Kurdî tune ye, lê ya partîyan heye û ew kesên nezan, paşketî û cahîl didin pêş. Pêwîstîya me bi Medyayeke Kurdî ya bi rêk û pêk, hûr û kûr, rast û durist heye. Divê Medya li ser xeta bingehîn ya bêalî, alînegir, tanegir,”bêteref” û xwezayî be, lê ji bo mirovahî û avakirina Kurdistanê be. Pênc -şeş dostên kurdan li zanîngehên jêrîn hene: Çend zanîngehên cîhanê yên baştirîn: Zanîngeha Harvard, Amerîka, Zanîngeha Stanford, Amerîka, Zanîngeha California, Berkeley, Amerîka Zanîngeha Princeton, Amerîka Zanîngeha Columbia, Amerîka

5. KURTEYA NAVEROKÊ

Bêyî afirînerî û kapasîteta rewşenbîrîyê, tu nikarî bibî rewşenbîr, lê tu dikarî bibî koleyekî/ê partîya xwe.  Rewşenbîrên kurd pirsgirêkên civakên xwe çareser dikin û pêşiya wan digirin". Rewşenbîrên gerdûnî mîna zanistî û zanyarîyê wijdan bi xwe ne. Rewşenbîrên kurd, bi çewtîyên xwe ve, di dîroka xwe de ji gelê xwe re bûne pêşeng. Gava ku mirov behsa rewşenbîrîyê dike, hingê şoreşa Fransayê dihê bîra mirovî/ê. Alfred Dreyfusê yahudî, ew serbazê fransayê bû û ew bi tawana sîxurîyê ve hat tawanbarkirin, lê piştre dadgeha fransayê biryar da ku ew ne sîxur e, ew ronakbîreke mezin e. 

Divê PDK, YNK û partên din lihev bikin, bihevre durist bin, divê mirov ji zarokên xwe re jî durist be. Em xatir û qîmeta hevûdu nizanin ji ber vê yekê dijmin bi me dileyîze û bi me dikene. Em kurd dirust nî nin, li dijî hevûdu ne û gorên (mezel, qebr) hevûdu dikolin. Dema ku du-sê kurd tên ba hev, hingê şerekî mezin li dijî hev derdixin û dilê dijminên xwe şad dikin. Ez wekî rewşenbîrekî Zaza/kurd bêalî û alîgirê tu siyasetê nî nim û herwisan li dijî tu hêzekî siyasî jî nî nim. Heke partîyek ala Kurd û Kurdistanê û "Dewleta Kurdî" nexwaze, hinge seqetîyeke wê heye û ew gotinên dijminên kurd bi kurdan dide gotin û kirin. Gelo AKP dikare gotinên xwe  bi kesên wekî Îbrahim GÛÇLÜ, Kemal BURKAY, Zekeriya  YAPICIOGLU, Ishak SAGLAM û bi kesên wisan bide gotin û kirin ango tersê?  Gelo Îbrahîm GÛÇLÜ dikare dualî  "AKP - PDK" bileyîze  yan jî tersê? Yên ku ji hêla Erdogan ve hatin pêşnîyarkirin û "Elîtên Kurd ên AKP´ê ne, ev in: Binalî YILDIRIM, Muhsin KIZILKAYA, Mehmed METINER, Orhan MÎROGLU, Mehdî EKER, Galîp ENSARÎOGLU...

Ez hizra azad a rewşenbîrîyê diparêzim, mînak: 

1.Kesekî/a rewşenbîr, îdeolojîya siyasî nahizre, lê dîtina wê/wî dikarin di derbara siyasê de hebe:

2. Ew mezhebeke olî nî ne.

3. Ew îdeolojî nî ne.

4. Ne beşek ji atmosfera siyasî ya heyî ye. Lê ew asmosfera Kurdistanê ye.

5. Ew bi siyaseta rast ango çep ve girêdayî nî ne. Lê xwedî dîtineke xwe ye. 6. Ew kesekî/e serbixwe, otonom bi xwe ve girêdayî ye û di hizrên xwe de azad e. 7. Ew agahdarîya zanistîyê bingeh digire û li dijî propagandaya siyasî ye.

6. Çavkanî û referens

D.N. Freud, Sigmund (2007).

Föreläsningar-Orientering psykoanalysen. Stockholm: Natur och kultur Gardner, Howard (1999). De sju intelligenserna. Heidegger, Martin (1987). Konstverkets ursrung. Göteborg. Daidalos Historiska händelser, Orage AS (2019: 8). Stockholm Kurdo, Qanatê (1990)., Prof. Gramera Zimanê kurdî. Stockholm: Roja Nû Sheikmous, Omar & Wernefeldt, M. (1999). "Etnisk väckelse bland kurder": Lärarhögsklolan. Yilmaz, Maruf (2017). Serkeftin û Serbilindîya Romana Kurdî. Ankara: Ar Yayınları Yilmaz, Maruf (2005). Modersmålsundervisning: Lärarhögskolan i Stockholm

Tênîbî: Hemû çavkanî û referens nehatin nivîsan. kopîyakirin qedexe ye. 26.12.2020, Stockholm Maruf YILMAZ: maruf@live.se 

...........................................................

LÎTERATUR

Mehmed UZUN

Hevpeyvîna ku bi nivîskarên Kurd re çêbû, di 3ê meha îlonê ya sala 2000î de, di lokala Gulan Förening (Komeleya Gulan?ê) de pêk hat. Hevpeyvîn ji aliyê Kovara JÎNDAN û RADIO SERDEM (beþa bakur) ve hate amadekirin. Nivîskar û rojnamevanên ku beþdarê vê hevpeyvînê bûn ev in: Mehmed Uzun (nivîskar/romannivîs), ReŞ Zîlan (zimanzan), Lokman Polat (nivîskar), Salih Înce (Serokê (Weqfa Kulturî ya Kurdî), Zeynelabidin Zinar (nivîskar/weþanvan), Nasrat Hacî (Rojnamevan), Maruf Yilmaz (nivîskar/mamoste), Îbrahîm Zaxoyî (zimanzan), Hacî Karduxî (weþangerê Radioyê) û Meyrem ZÎLAN... Li ser daxwaza Mehmed UZUN ev hevpeyvîn ji alîyê Maruf YILMAZ ve hate îdarekirin. Wî di axaftina xwe ya vekirinê de, spasdariya xwe ji hemû beþdaran re û bi taybetî jî, ji bo hatina zimanzan Reþo ZÎLAN ku ji bajarê Uppsala?yê heta Stockholmê hatiye û dûre jî peyvên hurmet û xêrhatina dubare kir û rêzdariya xwe nîþan da. Hevpeyvîn di sewiyeke pir bilind de pêk hat. Di vê hevpeyvînê de, Birêz Reþo ZÎLAN qala Ekola Kurdên Sovyeta berê kir û got: " Ekola Sovyeta Berê ber bi mirinê va diçe. Ekola Hawarê ya Mîr Celadet û alfabeya Erebî-Kurdî dimînin. Alfabeyên kurdî-Latînî û Erebî nabin problem û rê li ber pirsa yekitiya neteweyî jî nagrin. Di warê zarava, devok û alfabeyên kurdî de agahdarî da û herwisan jî qala sedemên cihêbûna zaravayan, rewþa civakî, siyasî û erdnasî bi hawayekî akademîk þirove kir. Dûre jî qala romanên kurdî kir, bi taybetî ser romanên Erebê þemo rawestîye û girîngiya romanên hanî zimên. Mehmed UZUN, Salîh ÎNCE û Reşo ZÎLAN ji hevûdu re hin gotin û behsa ziman û edebiyatê kirin. Di vê hevpeyvînê de pirsên rexneyî ji Mehmed UZUN hatin pirsin, hate gotin ku Mehmed Uzun çima dibêje? Min zimanê kurdî çêkirîye? Lê Mehmed Uzun jî bersiva xwe da û got: "Min zimanê kurdî çênekirîye, zimanê kurdî 5000 sal e, ku heye û tê axaftin, min tenê zimanê romana xwe çêkirîye, her nivîskar li gorî xwe xwediyê zimanekî taybetî ye û di berhemên xwe de bikartîne. Min qala zimanê edebî yê romanê kirîye. Mafê her nivîskarî heye ku zimanê xwe yê edebî di berhemên xwe yên edebî de biafirîne. Dûre Lokman POLAT dest bi axaftinê kir û got: "Zimanê kurdî, zimanekî dewlemend e, bi vî zimanî berhemên modern û felsefî hatine nivîsandin û niha jî tên nivîsîn, nimûne: Mustafa Dûzgûn bi kurdî pirtûka felsefî nivîsand, Mehmed Uzun û gelek nivîskarên din romanên kurdî yên modern bi zimanekî zelal û herikbar nivîsin. Ne wekî Suleyman Demîrel dibêje;"zimanê kurdî, zimanê koçeran e, kes ji kesî fam nake, devok û zaravayên wî pir in, Kurd ji hev fam nakin.?Lê bi ya min hebûna devok û zaravayên kurdî dewlemendiya zimanê kurdî ye. Divê em vê dewlemendiyê biparêzin. Birêz Reþo ZÎLAN jî qala vê parastinê kir. Nivîskar û rewþenbîr wûcdanê miletê ne û divê milet jî, li wûcdanê xwe yanî li nivîskar û rewþenbîrên xwe xwedî derbikevin û piþtgiriya wan bikin.? Gava ez çûm Diyarbekirê di nav xelqê de întreseke mezin hebû, bi hezaran Kurd hatin ji bo serdana min û beþdarê civîna min ya li ser edebiyatê bûn. Min li Dîyarbekirê ji Kurdan got, divê Kurd bi xwe demokrat bin. Kurd ji dijminên xwe demokrasiyê dixwazin, çima ew bi xwe nabin demokrat. Hinek partî ji kar û xebatên min aciz dibin, ji ber vê yekê ji êrîþên giran tînin ser min. Ez bi siyasetekê re nîn im, lê ez li dijî tu siyasetekê jî nî nim. Romanên min bi zimanê tirkî, almanî, fransî, norwêcî û swêdî hatine wergerandin. Wergerandina pirtûkên min ji bo zimanê kurdî qîmet û rûmetek e. Salih ÎNCE jî di axaftina xwe de li ser metoda rexnegiriyê rawestîye û wisan got: Rexne heq e, lê rexneyekê çawan? Rexne mafê her kesî ye, lê ne êrîþ... Rexne aliyên romanê yên ku kêmasî tê de hene dibîne û divê bi hawayekî pozîtîf binirxîne da ku rexne ji nivîskarî re bi alîkar. Herwisan balkiþande ser dexesî û hesûdiya hin kesan. Îbrahîm Zaxoyî di axaftina xwe de wisan got: Civînên wisan gelek baþ in, hêja ne. Min bi xwe heta niha Mehmed Uzun ne dîtîbû, lê bi xêra vê civînê, min ew dît, min guhdariya wî kir, wî gelek tiþtên baþ û hêja got. Ez bi xwe bi zimên ve mijûl dibim û qîmeteke mezin didime xebatên Reþo ZÎLAN. Herwisan ez nivîsên Maruf YILMAZ û Lokman POLAT hertim dixwînim, çimkê ewana tiþtên balkêþ dinivîsînin. Hacî KARDUXÎ di axaftina xwe de nivîsên ku di Mediya Kurdî derketine nirxand û bi hawayekî legatîf dîtinên xwe hanî zimên. Tên gotin ku Mehmed UZUN gotiye min zimanê kurdî çêkirîye, lê vayê mêrik dibêje min tiþtên weha ne gotîye. Hacî Kardoxî ji bo medya kurdî jî got ?Divê mediya kurdî jî wek medya xelkê be. Pîvanên navneteweyî yên medyayê ji bo me jî derbas dibin. Nasrat HACÎ di axaftina xwe de wisan got: Min di Moskova de xwendegeha Berz ya Rojnamevanê xwend. Ez bi karê edebî û rojnamevanê ve mijûl dibin. Em amade ne ku piþtgirîya nivîskarên kurd bikin. Lokala me ji hemû nivîskarên Kurdan re vekirîye, bixwazin dikarin civîn û semînerên xwe tê de çêbikin. Daxwaza me ev e ku xebatên weha sûd bide pirsa ziman, çand û edebiyata kurdî. Di dawiya axaftina xwe qala pêwîstiya yekitiya zimanê yekgirtpî yê nivîskî kir, da ku Kurdên Baþûr û Bakur ji hevûdu fam bikin û nêzkayîyekê di navbera Kurdan çêbibe. Zeyelabîdîn ZINAR jî li ser giringiya folklorê û berhemên edebî yên berê sekinî. Wî got ku ?her peyvekê bi kurdî, her berhemên kurdî bi serê xwe xebateke mezin e. Ez bi xwe pir qîmetê didim ew kesên bi kurdî dinivîsînin. Zimanê kurdî ne malê siyasetekê, an jî malê çînekê, an jî malê sazgehekê ye, çi kesê ku xwe Kurd bihesibîne û çi kesê ku bi vî zimanî bizanibe, ew xwediyê vî zimanî û xwediyê vê folklorê ye, îcar heger mirov xwediyê tiþtekî be, þênkirin û dewlendkirina wî tiþtî di

serê pêþîn de bi berpirsyariya mirov e. Îcar însanê ku berpirsyariya xwe bi cîh neyîne, ew li pêþberî tarîxê sûcdar e. Maruf YILMAZ jî wisan got:" Rewþ nazîk e, ez naxwazim qala trajediya Medîya Kurdî bikim, lê rewþa xirab zorê dide min ku ez çend gotinan bibêjim. Di van rojên dawîn de Mediya Partiyên Kurd berê xwe dane kesitiya nivîskar û rewþenbîrên Kurd û bi rêya rojnameyên xwe û înternetê ve nivîskarên Kurd pîs dikin. Dewleta Tirk ji vê fîtkirinê dixwaze. Dewletzanên Tirk jî dixwazin ku; nivîskarên Kurd rezil û ruswa bibin, pîs bibin û bimirin. Ez vê helwêsta Mediya Partiyên Kurd protesto dikim.Amadekar: Jîndan kovara çandî û edebî/Maruf YILMAZ Radio Serdem (beşa bakur) .

--------------------------------------------------


HEVPEYVÎN DIGEL MEHDÎ ZANA 1-2 

Lêkolîner, doktoremend Maruf Yilmaz

Mehdî Zana: ”Ji serxwebûnê bi rûmettir tiştekî nî ne. Ez bi hesreta roja "Serxwebûna Kurdistanê" ve dijîm. Bi sedan hevalên min mirin û "Kurdistana serbixwe" ne dîtin. Ew bêyî ku bibînin ji nav me bar kirin, çûn gorê û hin hevalên min ên ”Zîndana Amedê” jî, hatin kuştin ji bo doza Kurdistanê.
Gava ku navê Mehdî Zana tê gotin, pêşîn wekî serokê şaredariya Amedê, parastkarê kurdî, kurdîaxaftin, zimanê kurdî û kurdayetî tê bîra mirovî/ê. Mehdî Zana ji nivîskariyê zêdetir wekî siyasetmendar û sembolê Amedê yê doza kurd û Kurdistanê ye. Di salên 1960î-1970î de, jiyana Mehdî Zana bi têkoşînê ve tijî bû. Bi kurtî, ez dixwazim hemû şert û hoyên wan rojan, jiyana te ya ku bi têkoşînê ve tijî, wek bîranînekê ji bo rûpelên dîrokê bê gotin û zanîn da ku xwendekarên kurd jê sûd wer bigirin. Ez dixwazim gotina xwe bîhînim ser “Mitîngên Rojhilatî”, “Bûyera 49an”, TSÎP, an jî “TÎP´ê”, DDKO, PSK-T û navkokîyan. Belê, Mehdî Zana, te, bêhna goştên mirîyan, parçeyên laşên mirovan ên jêkirin, bedenên daleqandî, li ber xwe didan, xanîyên kavilkirî û şewitandî dîtin, laşên mirîyan, avahiyên şewitandî û bê xwedî, ocaxên tefandî, dar û berên şewitandî, zimanê dayîkan ên qedexe kirî, xwînên ku li ser axê diherikin, hêlînên herimandin, laşên mêrxasan diperpitî li ser erdê... Mehdî Zana, te rojên oxirên giran û zilmên mezin dîtin.Lê te bejna xwe li ber kesî/ê ne tewand. 
Mehdî Zana di hilbijartina Amedê ya sala 1977an de peyvmend e.
Maruf Yilmaz: Bi rêz Mehdî Zana, hinek behsa xwe bike! Mehdî Zana kî ye? Qala dem û dewrên kevnare, rojên oxirê giran yên salên 1960î-1970î, ku di jîyana te de qewimîne, bûne reşebayî û tofan...Niha ez dixwazim gotina xwe bînim ser nasnameya te. Mehdî Zana kî ye?
Mehdî Zana: Ez kurê Hilmî û Zemzema´yê (Zimrete) me û ez di sala 1940î de li Farqîna Amedê ji dayîka xwe bûme û du zarokên min hene; Ronay û Rûken.
Mehdî Zana (min) bi şagirtîya terzitîyê ve dest bi kar kir û piştre bûm Serokê Şaredariya Amedê. Ez di sala 1963an de bûme endamê Partîya Karkerên Tirkiyê (TÎP). Di wê demê de TÎP´ê tiştên nû û gotinên girover digot. Ez ji bo gelê kurd û çînên bindest dixebitîm. Di wê demê de partîyeke kurd tûne bû. PDK-T 1965 (Faîk Bucak) piştre çêbû. Yanî rewş cûda bû. Di eynî salê de, yanî di sala 1965an de jî, ez yek ji peyvmendên Mitînga TÎP´ê bûm ya ku li ser jîyana gelê kurd bû, peyvim. Hin mele û sûfîyên dewletê nakokîyan dikirin nav gelê kurd, lê min pêşî li wan girt û min derewên wan derxiste holê. Di 1965an de mitînga TÎP´ê ya Farqînê çêbû û ez jî peyvmendê wê bûm û min got: “ew kesên ku dibêjin li ba çepên kurd, namûs, dê û bav, xwişk û bira tune ne, hema kî kê qefat. Ne rast e. Ez dê niha rastiyê ji we re bibêjim. Ew kesên ku ji we re van gotinan dibêjin, ew dijminên gelê kurd in. Ev gotinên dijminên me ne û gotinên wan kirine devên we û bi we gotinên xwe didin gotinê.”
Di sala 1977an de ez wekî kesekî serbixwe tevli hilbijartinên Şaredariya Amedê bûm, lê bi mêjîyê kurdayetî û di wê hilbijartinê de ez biserketim û bûm Serokê Şaredariya Amedê. Bi vê serkeftinê ve navkokî di navbera min û PSK-T / Kemal Burkay´î de dest pê kir, hingê hevalên Kemal Burkay çop, zibil, gemar, sergo, zîrq, rêx, pîsî, zîrçên aşxane û rêxên heywanan dihavêtin ser rêya çarşiya Amedê, bi armanca ku ez têkbiçim. Mirov bi mêjiyekî wisan nikare gundekî ava bike. Demeke taybet bû. Di vê demê de, piştî serkeftina hilbijartinê; Fransa û Brîtaniya Mezin piştgirîya Şaredarîya Amedê dikirin û Amedê weke sembola Kurdistan´ê û "otonom" pejirandin û navê Kurdistanê li ser otobusên xwe nivîsandin û hedîyên xwe şîyandin Amedê.
"Kurdistan"
Hedîyên wan otobûz bûn ku navên wan "Kurdistan" bû.. Lê çi heft hin hevalên Kemal Burkay çavnebarî û dexesî kirin û ez bûm hedefa êrîşan. Ez digel dadmendî û rastîya doza Kurd bûm. Mehdi Zana, min, daxwaz ji Fransa û Brîtanya bir da ku ew otobuzên xwe weke hedîye bidin Şaredariya Amedê û navê "Kurdistan" li ser otobuzan bê nivîsîn. Fransa û Brîtaniya Mezin daxwaza min pejirandin û çend otobuzên xwe weke "hedîye" şîyandin Amedê (Diyarbekir). Ez hêvî dikim wêne û çîroka otobusên Amedê ku navên wan "Kurdistan" bû, di pêşerojê de bikeve "Arşîvên Kurdî "da ku zarok, nebîyên me û xwendekarên universîteyan jê sûd wer bigirin. Ji alîyê din ve jî, ji bo lêkolîn û lêgerînên pêşerojê bikeve arşîwa Kurdistanê.
Ez bi tevayî ji 16 salan zêdetir li girtîgehên Tirkiyê de mame. Tiştê herî dijwar, ew e ku tawana min kurdbûn û kurdayetî bû û ez niha jî kurdayetiyê dixwazim. Tawana min ev e, li gorî qanûna Tirkiyê. Ez bi xwe kurdayetiya xwe wek baweriyeke kompleks a jiyana xwe ya kurdî û berxwedanên xwe ve girêdidim. Ev taybetmendiyeke min e. Kurdayetiya min, ji aliyên civakî, kulturî û zimanê dayîkê ve jî roleke baştirîn leyîstîye. Ez di salên 1980î de çend car ketim girevên birçîbûnê, min li berxwe dida, laşên min dicemidî, sist, lawaz, bê taqet, bê hêz û ji hev diketim. Cara yekemîn di sala 1965an de Hikumeta Farqînê ket destê me û me li ber xwe da. Xelq bi tevayî rabû ser pêyan, meşiyan û berê xwe dan cîhgeha dewletê û wê bi dest xist. Ev Konaxa hukimeta Farqînê, 7 saet di destê me de man û piştî 7 rojan, em jî, hatin girtin û berê me dan girtîgehê. Piştî ku em hatin girtin, 21 kesên din jî, hatin girtin. Paşê 1200 kesên Farqînî îmze dan me û gotin “em” jî, beşdar bûne û digel wan kesên kurd bûne. Piştî 11 rojan em hatin berdanê. Di navbera salên 1965-1966-1967 û 1971ê de ez yek ji wan kesê ku “Mitîngên Farqîn, Bismil, Hîlvan û Agrî´yê amade kiribûn, bûm.
Maruf Yilmaz: Di sala 1971ê de darbeya leşkerî çêbû, gelo tu dikarî hinek qala wê demê bikî? 
Gava ku Mehdî Zana behsa Seydayê Mela Evdilayê Timoqî (Xerzî, Farqînî dikir, hingê axînî û oxinî ji dilê wî diçû û dilê wî teng dibû. Ew kete nav dewr û dewrên berê û bîrhanînên xwe yên Farqînê. Mehdî Zana, tu û Seydayê Avdilayê Xerzî di sala 1964an de di “Mitînga Daxwaza Damezrandina Unîversîta Amedê” de bi hev re bûn û hûn herdu jî, ji Farqînî ne. Mitîng li “Derê Çiyê bû û hûn li wir civîya bûn. Te, Seyda Evdilayê Xerzî û Fehmiyê Bilal, we hevûdu nas dikir û hûn kurdperest yanî “kûrdçû” bûn. Ew dem, demeke taybet? Ew dema taybet çawan bû?
Mehdî Zana: Di sala 1971ê de dema ku min digirin, hingê Mehmed Emîn Bozarslan, Mahmûd Yeşîl, Mehmed Gemici, Wedatê Berber, Mehmed Uzun, Mehdî Zana, Musa Anter, Îhsan Aksoy, Tarik Ziya Ekincî û gelek kesên din ên navdartirîn jî, li girtîgehê bûn. Edîp Karahan, kurdekî xas û bi mêjiyê xwe ve kurdî bû. Wî mohra xwe li dîrokê xist û kete nav rûpelê wê. Ew mirovekî vekirî, dilpak bû û ew nikarbû tiştên hundirê xwe veşêre. Di sala 1969an de DDKO çêbû û di sala 1971ê de 200 kurd hatin girtin. Gava Darbeya leşkerî çêbû, hingê kurdên welatparêz, DDKO û kurdên çep ji Mûş, Bingol, Bîtlîs, Riha, wan, Cizirê û ji derên din hatibûn.Dema ez li dîroka Kurd û Kurdistanê mêze dikim, ez dibînim ku gruba 49an cihekî taybet, di dîroka me de digire. Dadgeha 49an 10 sal berdewam kir û piştre siyasetmendarên Kurd bi fermana serokê giştî yê orduya Tirkiyê Cevdet Sunay ve hatin dadkirin. Ew dem girîng e. 50 kes hatin girtin yek ji wan mir û yên din man. Yanî 49 kes man.
Maruf Yilmaz: Di jîyana te de rojên xerabtirîn kîngê qewimîne, sedem çi bûn?
Mehdî Zana: Jîyana min a baştirîn li welatê min bû, digel girtî û girtîgeh, zilm û zordariyê jî. Yanî ez bê welatê xwe nikarim bijîm. Ez bê nasname; ziman, çand û civaka xwe nikarim bijîm. Divê Kurd herî her tiştî zimanê xwe wekî şeref û laşên xwe biparêzin. Derketina min a Ewropa´yê, bi xwe wekî mirina min, bi xwe ye û mayina li welatê min, nemirina min û merovahiyê bi xwe ye. Yanî gava ku ez li welatê xwe bim, hingê ez bi xwe nemirina mirov û merovahiyê me. Ji bilî Parîsê jî, min rojên xerab dîtin. Birîndar birîna xwe dizane. Lê yên ku ji min xerabtirîn jî, dîtine li welatê min hene. 
Nimûne: Çeçen moxtarê gundê Tonê yê Motka´ya Bîtlîs´ê bû. Pêşîn qumandarên tirk sê zarokên Çeçen di nav ava germ de dikelînin û piştre jî, bavê wan, Çeçen jî, di nav ava germ de dikelînin. Yanî pêşîn zarokên Çeçen li ber çavên Çeçen dikelînin û piştre jî wî… Mentalîteta leşkerên tirk ev bû. “Bextê Romê tûne ye.” 
Nimûneya duhemîn di serhildana Sasonê de leşkerên tirk serên sê kurdan bi birekê jê dikin û ji Qeymeqamê Kozlixê re dişînîn. Nimûneya sêhemîn jî, Gundê Ribatê, ku di navbera Kozlik û Sasonê de ye, bûyereke diqewime. Ev bûyerê hovane ji aliyê fermandarê hêza leşkerên Tirk ve pêktê. Fermandarê tirk 65 zarok, xort û jin di kadîna “Gundê Ribatê” de dişewitîne. Serfermandar ji “Yûztemen” re dibêje van hemûyan bikuje, bişewitîne, lê Yûztemen kabul nake, nakuje. Paşê çekê xwe derdixe û xwe dikuje yanî çek diteqîne û berê serê xwe dide. Paşê qumandar bi xwe wan 65 zarok, xort û pîrekên kurd di kadînê de dişewitîne.
Mehdî Zana (ez) sala sala 1980î, di girtîgeha Amedê de bû.
Nimûneyên din:
Di girtigehê de,
Mêrxas ji bo baweriyên xwe diçûn mirinê,
Min dîtin, bedenên daleqandî,
Min dît, dimirin, dinalin,
Bêhna goştên mirîyan, 
Mêrxasên daleqandî, li ber xwe didin,
Xanîyên kavilkirî û şewitî li Farqînê,
Herder agir û dûman,
Herder laşên mirîyan û şînên giran,
Avahiyên şewitandî û bê xwedî,
Ocaxên tefandî, dar û berên şewitandî,
Zimanê dayîka min ê qedexe kirî,
Xwînên ku li ser axê diherikin, 
Hêlînên herimandin, bê xwedî,
Laşên mêrxasan diperpitî li ser erdê, bê xwedî.
Lê min bejna xwe li ber dewletê netewand.
Di 1980î de cûntaya faşîst
Maruf Yilmaz: Tu di destpêka sala 1980î de hatî girtin û te bi zimanê dayîka xwe di dadgehê de xwe parast. Di 12ê îlona 1980î de cûntaya faşîst desthilatdariyê kire destê xwe û hingî tu hatî girtin û berê te didan girtîgehê. Tawana te çi bû kurdperestî bû? Sedemên girtina te çi bûn? Ev çi dadgeh e? Gelo em dikarin wê demê, wekî ”Dema Wahşetî” yan jî ”Dema Barbartî” bi nav bikin? 
Bi rêz Mehdî Zana, tu gazindên xwe ji dadgehê yên hucreya bitenê de mabûyî, dikî.
Mehdî Zana: Sedemên gazindên min, ez carna bitenê û carna bi hevalên xwe re di hucreya bitenê de dimam û girtîgeh bi xwe wahşet bû. Di salên 1980î de di zindana Amedê de bi navê "Dema Wahşetê, "Dema barbartîyê" û bi goneke din “Dema hovîtiyê” hebû. Tawana min kurdperestî bû. 12 îlona 1980î, rewşa ”Tevgera Kurd” hat guherandin û ji demekê derbasî konaxeke din bû. Helwesta dewletê ya hovane li dijî kurdan û ji aliyê wê ve destpêkirina şerê qirêj li dîjî siyasetmendar, rewşenbîr û zanayên kurd. Gîrtîgeh dojeh bû. Dadgerên nîgargeha wê dirinde, kîndar, prîmîtîf û seretayî bûn. Ji Amnestî: 14000 name ji min re hatibûn û ez bi van nameyan şad bûm.
Qedexekirina metodên hovane, ji aliyê “Neteweyên Yekbûyî” ve hatine qedexekirin. Qedexeya îşkenceyê ya ”Neteweyên Yekbûyî” li gorî serweriya qanûnê navnetewî , tê gotin ku tu dewlet nikare binpê bike. Lê Tirkiyê binpê kir. Swêd, bi xwe jî, pir çalak e, li dijî her cûre îşkenceyan e. Qedexekirina îşkencê… 
Kurdbûn û kurdayetî tawan; “sûç” bû. Li girtîgeha Amedê ku gelek girtiyên siyasî, bi taybetî çalakvanên kurd hatibûn bicihkirinê, cihê kuştin, heqaret, lêdan û îşkenceyên sîstematîk hebû. Çend girtî xwe kuştin û hin mêrxas ji bo baweriyên xwe ber bi mirinê ve çûn. Girtîgeha ku ez lê dimam a herî xerab bû. Zîndanên herî xerab ên cîhanê bûn. Ez gazindên xwe ji dadgehê yên hucreya bitenê mabû, dikim. Ez tenê ji bo kurdayetî û kurdbûna xwe di zîndanên herî xerab ên cîhanê de bûm, lê teroristên herî xeter ên cîhanê jî, li Tirkiyê dijîn.
Maruf Yilmaz: birêz Mehdî Zana, wekî te got di nav DDKO´ê de 2 grupp hebûn, wek grupa neteweyî û grupa çep, ew grup çawan ji hevûdu cihê dibin û navkokiya wan çi bû?
Mehdî Zana: Di nav van herdu grupan de her grupekê de li gorî baweriya xwe dimeşiya û xebata xwe dikir. Lê ji bo yekkirin û tevkarbûna neteweyî tu grupekê kar ne dikir û armancên wan ên ji bo yekitiya neteweyî jî, tune bûn. Min daxwaz ji hemû re bir, gote wan da ku ”em” rêxistineke hevbeş çêbikin û bi hev re bimeşin. Lê ev daxwaza min nîvçe ma. Di salên 1964 û 1965an de Dr. Tarik Ziya Ekinci, Kemal Badillî, Tahsin Avci, Şewket Bînbaşî, Mele Zekiyê Xerzî, Mûsa Anter, Canip Yildirim… hebûn.
Koma TÎP´ê: Nacî Kutlay, Musa Anter, Tarik Ziya Ekincî, Mehdî Zana. Di wê demê de TÎP´ê û endamên wê tiştên nû digotin. 
Koma neteweyî: Siraç Bîlgîn, Faîk Bucak, Orhan Kotan, Îsmaîl Beşikçî… Di sala 1974an de Orhan Kotan û hevalên xwe bi Afûya giştî tên berdan û di sala 1975an de dest bi weşandina kovara ”Rizgarî” dikin. Di eynî demê de ev grup dest bi organîzekirina tevgêra kurd kir û bihev re kovara ”Rizgarî” weşandin. Xwediyê Rizgariyê Avukat Ruşen Arslan bû. Di redaksiyona ”Rizgariyê de ev kes hebûn: Orhan Kotan, Îbrahîm Gûçlû, Mehmed Uzun, Ruşen Arslan, Mûmtaz Kotan, Yilmaz Balkaş, Îkram Delen, Hatice Yaşar û Îsmaîl Beşîkçî.
Maruf Yilmaz: Di destpêka rewşenbîrên Kurd û ên çep de û tu jî, hûn çep bûn û hûn parastkarên partiya komûnîsta Sovyetê bûn. Di wê demê de praktika Partiya komûnîst a Sevyetê ji bo mafê çarenûsê kurd çi bû? Yanî pirsa çarenûsê ya kurdên bindest hate holê û kete praktîkê yan na?
Mehdî Zana: Bi rastî di pratika Sovyet û Çînê de mafê çarenûsî tune bû. Sovyet alikariya Îran, Îraq, dewletên kolonyalîst dikirin û ji aliyekê ve jî, destek didan dijminên Kurd. Lê pê re jî, prosesa pûçbûn û rizandina dewletên komûnîst ên wek Yekitiya Sevyet, Çîn, Polonya, Çokoskovekiya, Romanya, Elmanya Rojhilat, Macaristan, Albanya û yên mayin bi xwe re hanî holê.
Maruf Yilmaz: Bi ya te, çima Yekitiya Sovyetê digel Irak û Îranê bû li dijî Kurdan? Mehdî Zana, tu di girtîgehên cûda û û dadgehan de bi israr, bi zimanê kurdî peyvî û te helwesta xwe bi biryar, bi baweriyeke mezin heta niha domand.
Mehdî Zana: Ez dikarim bi gotinekê bibêjim mesele berjewendî ye. Berjewendî roleke sereke dileyîze û berê mirovî dide her derê û derê jî. Dewletên mezin li berjewendiyê xwe dihizrin û li gorî wê xwe tev didin.
Maruf Yilmaz: Tiştê xerabtirîn an jî baştirîn ku di jiyana te de (li Tirkiyeyê an jî li Ewropayê, Parîsê, Kendal) qewimîne, çi ne? ”Kendal Nezan ji halê te yê Parisê çi dizane?” Enstîtuya Kurdî ya li Parisê û koma wê ” Koma Kurmancî gelekî alîkarî ji Başurê Kurdistanê, Swêd, Fransa û hin dewletên din wergirt bi ser navê Kurdan. Dîtina te di derbareya Enstîtuya Kurdî de çi ye? Gelo Danielle Mitterrand´ê Pirsa Kurd ji kê yan jî, çawan fêr bû?
Mehdî Zana: Ez niha hevwelatiyê Swêdê me û li vir dijîm. Di sala 1997an de, gava ku ez ji girtîgeha Amedê derketim, hatim Fransa´yê, hingî Fransa ji min re got terorîstê girtîgeha Amedê û ji ber vê yekê jî, Fransa min wekî penaberê kurd qebûl nekir û rûniştandinê ne da min. Ji ber vê yekê, ez ji Fransayê derketim û hatim Swêdê. Paşê Fransa poşman bû, lê hindî dereng bû, ez ji Fransayê derketim. Ez wekî pênaberekî Kurd hatibûm Swêd û Swêdê ez kabul kirim, mafê hevwelatî û rûniştandinê da min. Swêd paraskara mafên herkesî/ ê ye. Siyaseta kurd di qada navneteweyî de bi alîkariya têkoşîna Danielle Mitterrand´ê ve çêbûye û bi wê ve girêdayî ye. Mitterrand´ê Kurdistan weke welatê xwe yê duhemîn didît. Wê di pirtûka xwe de jî nivîsîye: " Ez pirsa gelê kurd ji Mehdî Zana fêr bûm."
(Têbînî: Mehdî Zana ne xwest ku di derbareya Enstîtuya Kurdî ya li Parisê de bipeyve).
Maruf Yilmaz: Ez çawan dikarim di derbareya rastîya te û PSK-T ê de bizanibim? 
Di derbareya vê mijarê de, ez çawan dikarim rastiyê hîn bibim?
Mehdî Zana: Ez ketim nav grupa Kemal Burkay, lê ez di sala 1976an de poşman bûm, min got ev ne cîhê min e. Kemal Burkay ku pîşeya (meslek) wî qanûnzan û mafzan bû û birêvebirê grupa çep bû û wî hîkariya xwe ya li ser pirsa kurdî li ser min (Mehdî Zana) hişt, ji ber ku ez digel pirsa kurd bûm. Ez vê yekê înkar nakim û ez tevî grupa Kemal Burkay bûm û piştre jî, bûm endamê komîteya Merkezî ya PSK-T´ê. Lê gava ez ku di hilbijartinê de biserketim û bûm serokê Şaredariya Amedê, hingê Kemal Burkay û hin hevalên wî dexesî, çavnebarî, hesodîkirin, hêz û qewetên xwe li dijî min komkirin ji bo têkçûna min. Alîyê din ve jî dewletê planên xwe yên navkokiyan kiribûn nav min, gruba Burkay, hevalên min û kurdan. Di şûna ku PSK-T û komeleyên wê de piştgirîya min bikira, wan dijîtiya min dikirin, lê zilm û zordariya dewletê tiştekî din bû. PDK-KUK bi hawayekî vekirî piştigirîya min dikirin. Çi heyf PSK-T û komeleyên wê, di wê demê de rolên pir xerab leyîstin û hatin leyîstikên dewletê. Planên dewletê ketibûn her kolan, tax, koçe, çayxane/qehwexana û dikanên Ameda Şêrîn. Kurd jî, li hevûdu hatibûn xezebê. Ez hatim êşandin û bû hedefa êrîşên nemirovane. Kemal Burkay di pirtûka xwe ”ANILAR, BELGELER” de henekên xwe li berxwedana min a girtigeha Amedê dike, dibêje dîsan Mehdî Zana kirin ”xwepêşandarê girtîgehê”. Kemal Burkay, ne tenê min, gelekî kesên din jî, şaşo-maşo, dînomîno dike. Yanî Kemal Burkay heqaretê li hevalên xwe yên kevn dike.
Maruf Yilmaz: Gelo taybetiya Kemel Burkay a ne baş heye, heger hebe çi ye, gelo ev taybetmendî çi ye?
Mehdî Zana: Kemal Burkay tu qîmetê nade dostaniyê, ji ber ku dema mirov wekî wî ne hizre, hingê mirov dijminê wî ye û ew dijîtiya mirovî/ê dike. Ez heta mirina xwe li dijî vê taybetmendiyê me. Ez dibêjim, heta ez dikarim, ez bi dostê xwe re dimeşim. Ji bo min dostanî, ne ji bo rojekê, du roj, sê roj, çar roj, pênc roj an jî rojên teng. Dostanî herdem pêwîste. Yanî ne tenê di rojên teng de. Ez bawerim di her dem û wextî de jî dostanî pêwîst e û divê hebe jî. Dostanî ne ew e ku rêxistinek an jî partîyeke kurd çêbikî li dijî kurdekî welatparêz û kurdperest. Ne ez û ne jî ew, em, em û hebûna me. Yanî em û ew tune ne, tenê em kurd hene. 
Divê em berî hertiştî şeref û rûmeta xwe wekî ya neteweyê xwe biparêzin. Gava ku ez û piraniya kurdan hatin cem hevûdu, hingê dewlet tofên navkokîyê kire nav min û hevalên min û me şerekî mezin li dijî hevûdu derdixist, lê digel vê yekê jî, di wê demê de kurd bi dil û can ez diparastim.
Maruf Yilmaz: Birêz Mehdî Zana, tu bûyî serokê Şaredariya Amedê û tu adayekî serbixwe bûyî. Di hilbijartinê de te piraniya dengan wergirt û tu bûyî serokê Şaredariya Amedê. Lê çi heyf, piştî serkeftina te Kemal Burkay û hinek hevalên te yên PSK-T ´ê ku bi te hate xezebê. Yanî ew hemû hêz û qewetên xwe li dijî te komkirin di şûna ku ew li dijî dewletê de kom bikin. Bi armarca dewletê biserket û bû sedemê têkçûna hemûyan. 
Rewşa girtîgehê çawan bû?
Mehdî Zana: Gava ku ez ketim girtîhegê, hinge min pirtirîn lêdan, zilm û zordariyê dît û ji min re digotin serokkomarê Kurdistanê va hat. Lê çi heft gava ku ez li derve bûm wekî “Serokê Şaredariya Amedê”, ez bûbûm hedefa êrîşên nemerovane, barbarî û hovane. Ev êrîşên hanê hatibûn organîzekirin û plankirin, bi armanca ku em wekî kurd têkbiçin, nav û nîşanê Amedê tune bibe. Têkçûna min, têkçûna kurdan bû. Ez 38 meh di hucreyên girtîgehê de mam. Ez jî wekî/e kesên din rastî her şêweyên îşkenceyê hatim. Sedema vê wehşetê jî, naskirî bû. Berxwedana kurdperestî û kurdîya min bû. Di vê dûnyayê de tiştê herî zor û dijwar kurdbûn e, ez jî, wê dixwazim. Ez amade me ku ji bo kurdbûna xwe herim mirinê jî.
Maruf Yilmaz: Birêz, Mehdî Zana, tu çawan û ji bo çi derketî Ewropayê? 
Mehdî Zana, Sakharov Prîze û Leyla Zana di sala 1995an de, di Parlamentoya Ewropa´yê de bûn. Ev fotografa xelata Leyla ye. Sedemê hevdîtina we ya di ”Parlamentoya Ewropa´yê” de çi bû?
Mehdî Zana: Hatina min, ji bo civînekê bû, taybetî ji bo civîna “Parlamentoya Ewropayê” bû. “Parlamentoya Ewropayê” dixwest ku ez werim Ewropayê û tevî civînên wê bibim. Piştre hinek kesên siyasetmendar ji Amerîka û Ewropayê, dixwestin ku ez bibim amadekarê navbervan, peyvmend û birêvebirê pirsa Kurd û Kurdistanê ya li derveyî welatî. Bi vê armancê, ez hatim Ewropayê... Armanca min a giştî ji bo çareserkirina nakokiyên pirsa kurd -navnetewî bi rêyên aştiyane û têkiliyên ku di diyalogê de pêwîstin. Dîplomasî, pêşnîyar, taktîk, bi tedbîrbûn û rêbazeke nerm. Mîsyona diplomatî û navbervaniya min ji bo baştirkirina danûstandinên navbera Kurd û Ewropa/Amerika´yê bû û herwisan jî, di warê siyasî û çandî de jî. Lê wisan çênebû. Daxwaz û xwestina min ew e ku hemû partî, rêxistin û komên cûda yên Kurdistanê di xeta neteweyî de yek bin, lê bila xwediyê hizr û dîtinên cûda bin. Ji xwe Kurd û Kurdistan bi reng û cûdahiyên xwe ve wekî dewlemendiyê ye û divê hemû reng, kultur wekî miras hebin. Kurdistan bi xwe welatekî, pirrengî, pirdengî û pirkulturî, pirzimanî û civakî ye. Netewe ji mirovan çêdibe û mirov jî, ji hevûdu cûda ne. Her mirovek û komek jî rengekî cihê diyar dike. Ji ber hingê jî, neteweyeke kurd pirrengîn e û divê em ji hemû rengên cûda weke hevûdu bibînin û ji hemûyan re xwedî derbikevin. Ez bi xwe naxwazim ku rengekî ji Kurdistanê kêm bibe. Herçiqas ez digel TÎP, TSÎP, PSK-T/grupa Kemak Burkay û DDKO´yê xebitîbim jî, ez bi kurdayetiyê re bû û BARZANÎ di avakirina nasnameya min de roleke sereke leyîstîye û dilê min hertim bi wî re bû. Ew li cem min wekî hizra neteweyî, sembolek, efsaneyeke folklorî, rêber û rênîşandêr bû. Lê bêşik kesên din jî, hîkariyên xwe li min kirine. Farqîn, bajarê ku ez lê bûm pir bi hereket bû; kurdperestî, berxwedan, bîraniyên bavpîr û kalên me hebûn. Dengbêj û stranên me, di avakirina nasnameya min de rolên sereke leyîstin; min bi dilşadî li van kesan guhdarî dikir. Radiyoya Êrîvanê û Radiyoya Bexdayê vebûbûn û dest bi weşana xwe kiribûn. Gelekî kes bi xêra Aramê Tîgran, Kawis Axa, Meyremxan, Salihê Bêynetî, M. Arifê Cizîrî, Karabêtê Xaço, Feyrusah, Hesenê Cizîrî, Îsa Berwarî ,Tahsîn Taha, Sakiro, Şeroyê Biro… xwe nas dikin. Yanî kilambêj, çîrokbêj û dengbêjên Kurdî rolên mezin dileyîzin di avakirina nasnameya mirovî/ê de. Sê-çar radiyoyên kurdî jî, hîkariyên xwe yên baş li min kirine û di avakirina kesayetiya min de rolên mezin leyîstine. Ew hersê radiyo ev in: Radiyoya Êrîvanê, Radiyoya Bexdayê û Radiyoya kurdî ya PDK û hîkariyên xwe li min kirine. Bi xêra Radiyoyê ve, li guhdariya kilambêj, çîrokbêj û dengbêjên Kurd dikir û ew ketin nav xwîn û hestiyên min têde bi cîh bûn û min ber bi xwe ve kişandin.
Maruf Yilmaz: gotina te ya dawîyê çi ye?
Mehdî Zana: Gotina min dawiyê ew e ku ez bi gotina Mesut Barzanî re me û ez wekî wî serxwebûna Kurdistanê dixwazim û ez amade me ku ji bo serxwebûna Kurdistanê herim mirinê jî. Barzanî got: "Heger li dijî referandûma serxwebûnê derketin çêbibe, hingê em dê li dijî … şer bikin. ”Ji serxwebûnê bi rûmettir tiştekî nî ne.”
Ez bi hesreta roja "Serxwebûna Kurdistanê" ve dijîm. Bi sedan hevalên min mirin û "Kurdistana serbixwe" ne dîtin. Ew bêyî ku bibînin ji nav me bar kirin, çûn gorê û hin hevalên min ên ”Zîndana Amedê” jî, hatin kuştin ji bo doza Kurdistanê. 
Ji ber van sedeman, gava ku "Kurdistana Serbixwe" ”îlan” bibe, hingê ez dê pêşîn herim ser ”Gora” Barzanî, piştre Seydayê Mele Evdilayê Xerzî ((Timoqî), Niyazî Hosta, Mele Mahmûd Yeşîl, Mele Avdilkerim Ceylan, Muhterem Biçimli, Mahmûd Okutucu...
4 Pêjayoyên girîng di jiyana Mehdî Zana de hene, ew jî ev in: 
1-Salên 1960î - 1970: TÎP, TSÎP...Tevî TÎP´ê (Behice Boran) dibe, xortekî 20 salî ... Bayê çep ji Sovyet, Çîn... ...DDKO 1969, Mitîngên Rojhilatî (Doğu Mıtingleri). Amadekarê Mitînga Farqînê ya 1966an, Mitînga Rojhilat 1967, peymendê Mitînga Hîlvan´ê 1969,(Mitînga daxwaza vekirina Universeta Diyarbekirê)..
2-Salên 1970î -1980î: Sala 1971ê, girtiha Mehdî Zana ji bo "mitînga Hîlvanê. ..1973-1974: Burkaycı´lar…Mehdî Zana-Serokê Şaredariya Amed, 1977: Navkokîya Mehdî Zana û PSK-T ´ê. 1978-1980î: Mehdî Zana, Îhsah Aksoy…
3- 1980-1990î: Sala 1980î, Darbeya leşkerî ya 12 Elûnê, Girtîgeh û berxwedana axaftina zimanê kurdî. 1991ê: Serbest tê berdan…
4- Ewropa: Rojên xerab ên penaberîyê li Fransayê (Paris ) û jîyaneke nû (jîyaneke baş) li Swêdê/ Stockholm, 1994-2017…Fotografa Mehdi Zana digel Firat Cewerî li Stockholm´ê.
Faktorên ku nasnameya Mehdî Zana ya kurd-kurdî çêkirîye, ev in: 
1. Gruba neteweyî: BARZANî, Şêx Seîd, Serhildana Sasonê, 1937, Seyîd Riza Serhildana Dersimê 19937, Dr. Abdulrehman Kasimlo-PDK-Îran, Qazî Mihamad 1946… 
2. Rolên Meleyên kurd: Malbata Mehdî Zana, hawîrdor...Seydayê Avdilayê Xerzî, Fehmiyê Bilal,Niyazî Hosta, Mele Mahmûd Yeşîl, Mele Avdilkerim Ceylan, Mahmûd Okutucu û gelekî meleyên din jî... 
3. TÎP/TSÎP, Marksist-Leninist, Înternasyonalîst ên komûnîst Soyvet, Çîn û tevgerên Çep ên Dûnyayî: Gruba 49an, DDKO...
KEMAL BURKAY. Gruba Burkay/PSK-T...
4. Radiyoya kurdî ya Êrîvanê 1955, Radiyoya Kurdî ya KDP, sala 1960î-1970î, Radiyoya Kurdî ya Bexdayê 1953-1980, Radiyoya Qahire´yê 1957-1968
5. Çîrokbêj, kilambêj, stranbêj, dengbêj, gotinên pêşîn û bûyerên dîrokî...
6. HÎKARIYÊN NEGATÎF: Zilm û zordarîya dewletê û sîstema perwerdeya dewletê.
Stockholm, Swêd
2017-06-16
Maruf Yilmaz
Maruf@live.se
Kopiyakirin qedexe ye.
Maruf Yilmaz


© Copyright Maruf Yilmaz- Akademiya Kurdî li Stockholmê